
Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Hikmet Mihemed (Mele Bextiyar) li ber Holî Tewar a li Silêmaniyê piştgirî da kampanayayê. Çalakên kovara Hawdem ên ku kampanyayê dane destpêkirin ragihandin ku Mele Bextiyar bi dilxweşî kampanyayê îmze kiriye.
Her wiha hate ragihandin di çarçoveya vê kampanyaya ku armanc dike ku milyoneke îmze li hemberî baregehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, kom bike, de gelek hunermend, nivîskar, rewşembîrên Kurd piştgirî dane kampanyayê. Her wiha Parlementerê YNK’yî Salar Mehmûd jî îmze kampanyayê îmze kir.
Hedef milyonek îmze ye
Endamê Kovara Hawdem Arî Şêxanî têkildarî armanc û girîngiya kampanyayê diyar kir ku armanca wan a sereke baregehên Tirkiyeyê ji ser axa xwe rakin û welatê wan terk bikin. Şêxanî got: "Ji ber ku tu karekê wan li ser axa me tuneye. Tenê dikarin li ser sinorên xwe bimînin. Lê nêzî 20 salin li ser axa me ne û bingehek yê zagonî tune. Ji ber vê yek jî em dixwazin dengê xwe li hember Tirkiyeyê bilind bikin. Em bang li hikumetê jî dikin ku tişta pêwist bike û da ku Tirkiye li ser axa me biçe. Divê hemû rêxistinên li Tirkiyeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî vê yekê rabın. Hedefa me milyonek îmza ye. Me li hemû navçe û bajarên Herêma Federal a Kurdistanê kampanya da destpêkirin. Heta niha me nêzî 150 hezar îmza kom kir. Kampanya heta 2'ê berfanbarê dê berdewam bike.”
'Ji malbata me 38 kes qetil kirin'
Hemwelatiyê bi navê Ehmed Mecîd Herkî jî têkildarî kampanyayê diyar kir ku ji ber balafirên şer ên Tirkiyeyê heye niha 38 kes ji malbatan wan hatine qetilkirin û wiha got: "Ez wekî hemwelatiyek Başûrê Kurdistanê bi tu awayî qebûl nakim ku baregehên hêzên leşkerên Tirkiyeyê li ser axa me biminin. Em vê yekê qebûl nakin. Ez weke endamêke malbata xwediyên 38 şehîdên di sala 2000’an de li Dola Kenda Kulê amade me ku alîkariyê bidim gelê xwe. Divê bi lezgîn axa me vala bikin."
'Îdîaya Tarafê derewendan'
Di dema serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê de dema dirêjkirina ev baregehên leşkerî hatibû rojeva Barzanî û rayedarên Tirk. Rojnameya Tarafê îdîa kiribû ku dirêjkirina demê mayîna baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye erêkirin. Lê belê ev îdîaya Tarafê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate derewandin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand ku di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyeyê de, ji bo dirêjkirina dema mayîna baregehên leşkerî yên Tirk ên li herêmê tu peymanên di navbera her du aliyan nehatiye îmzekirin.
ANF/SILÊMANÎ