Şandeya Mexmûrê li bajarê Silêmaniyê hevdîtinên xwe yên dijî dorpêça li ser wargehê ku di 17’yê Tîrmeha 2019’an de ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve piştî kuştina berpisyarê MÎT’ê (Teşkilata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyeyê) Osman Kose hatibû destpêkirin, didomîne.

Şandeyê piştî hevdîtinên li gel saziya Navenda Girîngîpêdana Demokrasiyê û Mafên Mirovan û Hemahengiya Jibo Guhertina Tundûtûjiyê û Sitemkariyê, serdana Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û saziya Heartland Alliance International (HAI) ku ji sala 2004’an ve li Iraqê ji bo alîkariya mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan û edaletê dixebite, kir.

Piştî hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî hatin pêkanîn, Endama Şandeya Mexmûrê Bêwar Ûnver tekildarî serdanan zanyarî dan.

Ûnwer destnîşan kir ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û diyar kir ku wan têkildarî dorpêçê zanyarî dane, her wiha daxwazên xwe anîne ziman. Ûnwer diyar kir ku wan di hevdîtinan de xwestiye ev sazî li beramber kiryarên li ser Mexmur helwest nîşan bidin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ