Herwiha di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên herî dawî yên yên li Kobanê li hemberî sivîlan û Heyva Sora a Kurdistanê hatî pêşxistin ji bo me hişyariyeke parastina nirxên me yên netewîne. Herî dawî di daxwiyaniyê hat gotin ku em wekî xwendekar, mamoste û kedkarên perwerdeyê yên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin, em diyar dikin ku jibo her awayî alikarî û desteka ku pêwîst bike xwe amede û erkdar dibinin. Jiber vê yekê dubare kêfxweşî û dilnaziya xwe ya ji bo gelê Rojava tînin ziman û rêveberiya demî di serîde li Reber APO gelê Kurdistanê û li berxwedêrên azadiyê piroz dikin serkeftinên bê hempa dixwazin. Daxwiyanî bi sloganên bijî “Berxwedana Rojava, bijî YPG”ê dawî bu.
MEXMÛR