Komeleya Malbatên xizmên xwe windakirine û piştgiriya Malbatan a Çandî MEYA-DER'ê 4'emîn konferansa xwe bi tevlîbûna 400 delegeyan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin pêk anî. Tevî endam û rêveberên MEYA-DER'ê gelek endam û rêveberên rêxistin û saziyên sivîl û ji 4 perçeyên ku Kurd lê dijîn mêvan tevlî konferansê bûn. Piştî hilbijartina dîvanê, ji bo kesên dî têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz hate girtin.


Heta azadiyê têkoşîn

Axavtina vekirinê ya Konferansê ji hêla Parlementerê BDP'ê yê Wan'ê Ozdal Uçer ve hate kirin. Uçer di dest pê ka axavtina xwe de da zanîn ku gelê Kurd di pêvajoyek pir hessas de derbas dibe û balkişand ser qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd û 10 PKK'iyên li navça Licê di operasyonek noqteyî de jiyana xwe ji dest dan û got: "Gelê Kurd wê her dem li mafê xwe xwedî derkeve û heta azadiyê têkoşîna xwe berdewam bike." Piştî Uçer Endamê Kongreya Civaka Demokratîk a Daîmî Osman Ozçelik axivî. Herî dawî Aktîvîsta Dayikên Aştiyê Emîne Ozbek axavtin kirin.
Ozbek axifî û wiha got; "Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin. Êdî em bi polîtîqayên AKP'ê ên tune kirin û înkarê naxapin" Ozbek, di der barê Paris'te 3 siyasetmedarê Kurd yê jin ku li Parîs'ê hat qetilkirin jî şermezar kir û da zanîn ku ev qetlîam wê gelekî xemgîn kiriye.
Konferansa 2 rojan bidome dê bi mijarên "Geşedanê Siyasî", "Xwendina raporan", "Rewşa rêxistinî", "Pêşniyar û biryargirtin", ji çapemeniyê re girtî bidome. Dê encamnameya konferansê sibê ji çapemeniyê re bê parvekirin. 

DÎHA/AMED