Xoybûn di 5'ê cotmeha 1927'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê hat avakirin û ev jî tê wê maneyê ku ev pirtûk piştî damezrandina Xoybûnê bi salekê hatiye çapkirin. Li ser pirtûkê dinivîsîne ku ev hejmara yekê ya neşriyata Xoybûnê ye. Lê em nizanin piştî vê hejmarê yên din hatine çapkirin an na.

Orjînala pirtûkê bi zimanê osmanî hatiye nivîsandin û ji 47 rûpelan pêk tê. Lê tevî wergerên wê yên Kurdî û Tirkî pirtûk 150 rûpel e. Pirtûk ji aliyê nivîskarê rojnameya me Rêşad Sorgul ve hatiye wergerandin. Rêşad Sorgul diyar kir ku ev rîsale bi qasî 18 salan li ber destê wî bûye û niha bûye qismet ku bide çapê.
Sorgul destnîşan kir ku herçiqasî pirtûk zêde stûr nîn e jî naveroka wê gelekî dewlemend e û wiha axivî: “Der barê dîroka nêz a Kurdan de gelekî agahiyên giranbuha pêşkêş dike. Bi saya vê pirtûkê mirov dikare hîn bibe ku wê demê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan çawa li cîhan û bûyeran temaşe kirine. Gelek noqteyên girîng di rîsaleyê de cih digirin û mirov dikare îşaret bi wan bike, lê min ev jî ji xwendevanan re hişt.”

Zimanê pirtûkê

Sorgul li ser osmaniyan rîsaleyê jî me agahdar dike û wiha dewam kir: “Bi osmaniyeke gelekî rewan hatiye nivîsandin. Ji vê jî mirov tê derdixe ku asta rewşenbîriya Kurdan ji ya dinyayê ne kêmtir bûye." Sorgul pêşgotinek ji bo pirtûkê nivîsiye û wiha gotiye: “Tevî ku di ser vê pirtûkê re 84 sal derbasbûne, gelek gotinên di navbera Kurdan û dewleta Tirk de xwe dubare dikin û hinek rastiyên wê demê tên berevajîkirin. Ya girîng ew e ku em ê meseleyê ji Kurdan, ji xwediyê meseleyê guhdarî bikin. Bi vî awayî, em ê bûyerên îro baştir fêhm bikin.”
Sorgul anî ziman ku ew hêvî dike ku ev werger der barê lêkolînên civaknasiya Kurdî de bibe palpişteke kêrhatî û axaftinan xwe wiha bidawî kir: “Çawa ku Seîdê Kurdî dibêje, her tişt li bazara xwe bi qîmet û buha ye. Ez jî yeqîn dikim ku ev berhema piçûk û rindik, dê li sûka dildarên xwe giranbuha be.” Hêjayî gotinê ye, di pirtûkê de li kêleka metnê orjînal wergera Kurdî û Tirkî cih digire.  

ANF/BRUKSEL