Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bi desteka hêzên QSD'ê hat destpêkirin, di roja 17. de didome.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê gundên Minbicê Til Refîi yê bi 4 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Minbicê, gundê Mezret Hemdûn ji çeteyan hate paqijkirin.
Bi rizgarkirina gundê Mezret Hemdûnê ji bo şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkeve nava bajarê Minbicê tenê 700 metre ma.
Her weha dema me nûçe ji bo weşanê amade dikir ANHA’yê ragihand ku li gundê Resim El-Xidir û kewarên genim ên Minbicê di navbera komên çete yên DIAŞ’ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar diqewime. Di encama şer de heta niha 9 çete hatine kuştin.
‘Em ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin’
Şervanên ku cihê xwe di nava operasyonê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de digrin, diyar kirin ku ew meşa xwe ya ber bi serketin û azadiyê ve dewam dikin.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê bi navê Yasser Hamoude bal kişand ser girîngî û rewşa stratejîk a Minbicê û diyar kir ku Minbic piştî Helebê yek ji mezintirîn bajarên Sûriyeyê ye.
Hamoude da zanîn, Minbic ji aliyê dîrokî ve jî bajarekî xurt û girîng e û ragihand ku mîna serdemên berê niha jî bajar navendeke bazirganiyê ye.
‘Meclîs ji hêzên demokratîk pêk tê’
Şervanê bi navê Moustefa Youssuf jî anî ziman ku ji ber şert û mercên heyî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derketiye holê û destnîşan kir ku Meclîs ji hêzên şoreşger û demokratîk pêk tê.
Youssuf da zanîn ku ev hêzên şoreşger û demokratîk di şerê li dijî komên çete de xwedî tecrûbe ne, lewma bi rola pêşengiyê radibin.
Youssuf ragihand, Pêngava Rizgarkirina Minbicê li ser daxwaza gelê Minbicê hatiye destpêkirin û ragihand ku ji sala 2014'an û vir ve DAIŞ'ê li Minbica dagirkirî zêdeyî 2 hezar mirovî qetil kiriye û êşkence li hezaran mirovên li bajêr kiriye.
Youssuf destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê wê derbeke giran li çeteyên DAIŞ'ê û destekvanên wan bixe û got, azadiya Minbicê wê ji aliyê siyasî ve jî pêşî li gelek guhertinan veke.
Mousfeta Youssuf di dawiya axaftina xwe de got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em ê bajarê xwe rizgar bikin û ji daxwazên azadî, edalet û guherînê ya gelên Sûriyeyê re bibin bersiv."
Li Babê çete kurdan direvînin
Çeteyên DAIŞꞌê welatiyên Kurd ên gundên Babê li herêmên Şehbayê, direvînin.
Çeteyan welatiyên Kurd ên gundên Şawa, Til Cerca, Sosinbat, Niman, Kuyba û Qberasîn ên herêma Babê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, direvînin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin çete welatiyên direvînin dibin cihekî nediyar. Hate gotin ku di nava welatiyên revandî de pîr û kal jî hene.
ANHA/ANF/KOBANÊ/EFÎRN