
Xebatên sînameyê ku bi hewldana Halîl Dag li qadên gerîla dest pê kirî, bi ekîba Sine Çiya dewam dikin. Hilberîna dawî ya ekîbê fîlma 'Berfîn' e ku xwe dispêrê serboriyeke bi rastî. Endamên ekîbê M.Emîn Engîzek û Ozlem Arzeba behsa fîlmê û xebatên xwe kirin. Gerîlayan da zanîn ku ew bi Halîl Dag re xebitîne û got: "Em bi keda xwe li vê kedê xwedî derdikevin û didin dewamkirin. Bi fîlmên ku heval Halîl Dag çêkirin zimanekî sînameyê çêbû; em dixwazin wî zimanî bi Sine Çiya dewam bikin. Hîmê Sine Çiya hevalê Halîl bi fîlmê "Tîrêj" danî; piştre bi fîlmê „Eyna Bejnê", "Dema ku jin hez bikin", "Hêstirên Zapê", "Bêrîtan", "Wêne" vê kevneşopiyê dewam kir. Îro jî em dixwazin bi fîlma "Berfîn" vê kevneşopiyê dewam bikin."
'Me ji rastiya PKK´ê dest pê kir'
Ekîba Sine Çiya got,"Me ji rastiya PKK'ê dest bi vê fîlmê kir, me ji serboriyan besta xwe girt" û têkildarî projeyên xwe got, " Endamên dayik, keçik, bav û kur, bira hene ku tevlî nav refên PKK'ê bûne. Van jî bandor li me kir. Hin bûyer hebûn ku me şahidî li wan kir. Mijara fîlm serboriyek e. Tersisandina ser perdeyê ya serboriyekê zehmet e. Ti tişt cara duyê naqewime, nikare were terisandin jî. PKK'ê çîrokên ku dubereyên wan nebin, kopîyên wan nebin, afirandin. Heta ku ji dest me hat me hewl da vê çîrokê vebêjin, biterisînin. Avaniyeke malbatê heye ku zexta dewletê ew tertûbelav kiriye. Em meş û rêya keçeke ku li gel van hemûyan li dijî van rawestiyayî û têkoşîna azadiyê hilbijartî, ji xwe re dikin mijar; em rêwîtiya hundir a wê keçê jî tevî vê dikin."
Ekîba Sine Çiya dibêje kelecana wan pir mezin û cihê ye û wiha didome: "Em weke PKK'ê xwedî dîrokeke berxwedanê ne. Bi hezaran lehengî, efsaneyên berxwedanê… Her gerîlayek çîrokek heye. Gelek nirxên me yên veşartî hene. Divê ev nirx û tecrûbe, bibin berhem. Fîlma 'Berfîn' jî tenê beşek jê ye, çîrokek e. Xwezî derfetên me hebûna ku karîbûna hemû çîrokên xwe vebêjin. Niha em dixwazin dilopek ji zeryaya azadiyê bînin ser perdeyê."
Şertên sînemayê çawa çêbûn?
Sîname pêdivî bi xebateke mezin a ekîbê û derfetên teknîk heye. Baş e ev ew hewceyî, di nav şertên şer de û li qadên gerîla çawa çêbûn? Endamên ekîbê têkildarî vê yekê got, "Li hêlekê balafirên keşfê û êrîşên hewayî û li hêla dî jî tiştên ku pêvajo ji me dixwaze…Di nav van şertan de dayina berheman…Qonaxa senaryoyê jî ji ber şertên şer nêzî 2 mehan berdewam kir. Pêvajoya dîmen girtinê, ji ber sedema guherandina mekan û êrîşên hewayî 8 mehan dom kir. Montaj jî nêzî 3 mehan dom kir. Li hêlekê kêşeyên me yên ewlekariyê hebûn û li hêla dî jî em li xebatên xwe asê bûbûn. Bi xwedayina jidil a hevalan me bi dawî kir."
AZA ROJIYAN / ANF / BEHDÎNAN