Newroz mîna damareke bêmirin a ku di bin axê de hatiye hiştin, lê tu caran hişk nebûyî ye. Li hemberî zaliman raperîn û serîrakirina ji bo jiyaneke azad, vejîna xwezayê, rengînî, xweşî, evînî, rindî, geşî û coşî ye. Bi her awayî nasnameya Kurdan e...

Xelkê Kurd ê ku wek xelkekî tim û tim bi êrîş û polîtîkayên jiholêrakirinê re rû bi rû maye, bi xwedîderketina cejn û mîtolojiyên mîna Newrozê, xwe bi dîroka xwe, bi kokê xwe û bi nirxên giştî yên mirovahiyê ve girêdaye û hebûna xwe bi vî awayî parastiye. 

Bi pêşketina têkoşîna nûjen, a Tevgera Azadiyê ya Kurdî re, Kurdan, Newroz li navenda nirxên xwe yên neteweyî û civakî bicih kirin. Li gel êş û jana ku pê jiyana Kurdî ji jiyanbûnê derketîbû, bi Newrozê Kurd ji nû ve bi rastiya xwe ya resen û rengîn hesiyan ku ew jî mîna her miletî dikanin bikenin, şa bibin û stranên azadiyê biqîrin. Jixwe wateya Newrozê raperîna li dijî zilmê û gavavêtina jiyana nû ya azad e; bi pêşengiya Kawayê Hesinkar agirberdana seraya Dehaqên zalim e...

Piraniya xelkên din bi taybetî wateya hatina biharê û vejîna xwezayê li Newrozê barkin jî, Kurd li gel vê wateyê, wateya ‘serhildan û azadiyê’ hên berbiçav derdixin pêş. Yanî Newroz bo Kurdan ne tenê bihara xwezayê ye, herwiha ji bo civakê jî bihar e, roja nû ye, roja despêkirina jiyaneke nû ya azad e. 

Jiyan û têkoşîna Kurdan a çel salên vê dawiyê, wekî pêkhatina çîroka mîtolojik a Kawayê Hesinkar e. Bûyer û sembolên çîrokê yek bi yek têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê ya îroyîn îfade dikin; zilma serdestan, jiber zilmê derketina serê çiyan, li wir rêxistinîbûn, rêbertiyeke bi bandor û bi bîrdozê azadiyê ji bo azadkirina civakê û hilweşandina serayên serdestan, daketina  bajar, gund û deştan...

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şewazê têkoşînê û bandora ku li ser xelkê kirî ve wek ‘Tevgera Newrozê’ ya hevdem e. PKK’ê bi bîrdoz û têkoşîna xwe, bû wek hişmendiya Kurdî û Kurdistanî ya nûjen. Tevahiya mîrasa Kurdewarî ya ku zindî mayî bi nirxên mirovahiyê ve nexşand û girêdana Kurdan a bi nasname, nirx û dîrokê ve ji nû ve çê kir, hiş û baweriya serbilindî û azadiyê da xelkê. Kurdên ku koletî wek çarenûs li wan hatibû ferzkirin, bi vê têkoşînê ve îro bûne xelkekî serbilind û bixwebawer, xwedî bîrdoza azadiyê û ji xelkên cîran re pêşengê demokrasî û wekheviyê...

Newroz di hişê Kurdan de wek jiholêrakirina zilmê ya bi agir û pakbûna civakî ya bi agir bicih bûye. Agirê meşaleya di destê Kawayê Hesinkar de li Newroza sala 1982’yan bi destê ‘Kawayê Hevdem’ Mazlûm Dogan ve ji nû ve hat vêxistin. Li pey Mazlûm, jinên Kurd meşaleyê serhildan û azadiyê hilgirtin destê xwe. Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan bi bedenên xwe alawên vî meşaleyî gurkirin û mesaja ‘jin, jiyan, azadî’ û ‘bê azadî jiyan nabe’ gihandin seranserê Kurdistanê û cîhanê. Kurd bi alawên agir vejiyan. Bi xwepakkirina bi agir re hêz, hest û rastiya xwe kişf kirin. Bîrdoza azadiyê ji serê çiyan gihîşt bajar û deştan, hêvî û baweriya azadiyê xelk xist bin bandora xwe...

Îro Kurd ‘Xelkê Newrozê’ ne. Bi deng û rengên xwe, bi keç û xortên xwe, bi têkoşîna xwe ya civakî li dijî hovên nûjen ên mîna DAÎŞ’ê û serdestên zalim, ji hêla tevahiya mirovahiyê ve bi baldarî tên şopandin. Mizgîniya bihar û Newroza xelkan didin...

Newroz êdî ji wateya xwe ya mîtolojîk derdikeve û ji bo Kurdan dibe wek rastiyekê. ‘Kawayên hevdem’ li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê him jiyanê bi rengên Kurdewarî dixemîlînin him jî hêviyê didin xelkên cîran. Hêvî ew e; ku di pîrozbahiyên îsal de dîmenên bi milyonan însanên me yên ku diherîkin meydanan û coş û rengîniya wan, bibe nîşana aramî û azadiyê. Newroz pîroz û bimbarek be!..