Weşanên Ar
Yek ji weşanxaneyên ku bi pirtûkên xwe yên nû balê dikişîne jî Weşanxaneya Ar'ê ye. Weşanxane bi pirtûkên xw eyên nû û yên ku berê çapkirine li fûarê bala pirtûkhezan dikişîne. Weşanxaneya ku Mevlut Aykoç gerînendetiya wê dike i hemû pirtûkên xwe ve li Amedê ne. Yek ji pirtûkên ku ji Waşnên Arê derketiye û bala mirov dikişîne jî pirtûka helbestan a dîla azadiyê û nivîskara rojnameya me Mizgîn Ronak a bi navê 'Dilavî(Li ber devê birînê)' ye.
‚Dilavî’ya Ronak
Dilavî dosyaya sêyemîn e ku Ronak dide çapkirin. Pirtûka ku ji 308 rûpelan pêk tê ji helbesta yekemîn 'Li ber devê birînê' heya bi ya dawî 'Avêtina ji dibistanê' hemû rafînebûn û havêyna hest û dilînên azadî, welat, têkoşîn, yekitî, pevrebûn, veqetîn, hesret, nîvcomayîn, birîn, bindestî, dîlîtî, hêrs, xweşikahî, xweza, jiyan, mirin, ked, nan û hwd dagirtiye. Ev metaforên jiyanî yên ku Ronak di pirtûka xwe de bi hostatî û bi zimanekî şahik û herikbar bi kar anîne hestên cuda bi mirov re peyde dikin.
Ronak hest û dilînên xwe bi zimanekî zelal û bi bikarînan bi teseruf a peyvan aniye ziman. Ronak bi vê pirtûka xwe ya dawî careke din gotina ku helbest ji bo anînaziman a hestan şêweya herî rafîne ya wêjeyê ye jî careke din pesend dike. Mirov di helbestên Ronak de hunera rasteqîn a ku şoreşê vedibêje jî baş dibe. Helstên Ronak hem lokal in hem gerdûnî. Ronak di helbestên xwe de hem bi xwe re diaxive hem bi xwînêr re hem jî bi hemû mirovahî û xwezayê re. Dema mirov van helbestan dixwîne mirov careke din lê serwext dibe ku Mizgîn Ronak di xilwetxaneya hiş û dilî de ku dijminên mirovahiyê bi heps û zindanan xwestine ku lê bikin dojeh jiyaneke ji xweşî û xweşikahiyan, jiyaneke ku hemû reng û deng bi aheng lê xuya dikin ava kiriye. Di vê pirtûkê de her çend ahengeke xurt heye jî ev aheng jêderka xwe ji şoreşa azadiyê digire. Mizgîn Ronak jî li ser vê esas û hişmedniyê hemû hatiniyên ji pirtûkê dixe xizmeta şoreşê. Hatiniyên ji firotina pirtûkê Ronak bi tevahî rê dike rojavayê Kurdistanê û bi vê yekê ji me re dibêje ku şert û merc her çiqas wekî tune xuya bikin jî mirov bi her awayî dikare xizmetê ji şoreşê re ji gel re bike.
Çalakiyên cihêreng
Weşanxaneya J&J'ê ku koordînatoriya wê Azad Zal dike jî bi hemû pirtûkên xwe li fûara Amedê ye. J&J'ê ji bilî standa pirtûkan ji bo pirtûkên dîlên azadiyê jî çalakiyeke cihêreng pêş dike. Nivîskarên J&J'ê yên girtî li Fûara Pirtûkan a Amedê dertên panelê. Lê bi rêbazeke cihêreng. Panela bi anvê 'Afrîneriya wêjeyî: Yên hundir û yên derve' ku rêveberiya wê Hevşaredara Sterwê ya Mêrdînê û nivîskarê rojnameya me Ferhatê Dengizî dike, hewl dide ku bibe dengê dîlên azadiyê. Panel 22'yê gulanê ango îro li 1'emîn Salona Konferansê di navbera saet di 14.30-15.30'an de tê lidarxistin.
Rêbaza panelê
Li ser navê nivîskarên 'hundir' ew ê nivîskarên 'derve' teblîx bên xwendin û wekî nûner dê bersivên pirsên xwendevanan bidin. Armanc ew e ku, deng û reng û nefes û hestên 'hundir' li derve xuya bibe, bê dîtin. Ango, yên ku li "hundir" in ne li hundir in... Yên ku li "derve" ne, ne li 'derve' ne. Nakokiya derve û hundir wekî paradoks derkeve pêşberî me... Li ser navê Mizgîn Ronak dê Enîse Şîrîn teblîxê bixwîne. Li ser navê Tewfîq Hêja dê Mehmet Devîren, li ser navê Hecî Nehsan dê Cemşîd Çiftçî, li ser navê Hayrettîn Ekîncî dê Hogir Berbir teblîxan bixwînin.
REMEZAN OLÇEN/DÎHA/AMED