Bousquet ku diyar kir ew li gel hemû gelên tekoşîna azadiyê dimeşînin û got ku weke heya roja îro çêbûyî jî wê di sekna xwe ya li rex gelê Kurd berdewam bikin.
Rêveberê rojnamê piştî resepsiyonê Salih Muslim li bînaya rojnamê gerand. Bousquet ku di nava çapxaneya ku her roj di şeşê de 72 hezar rojname lê tê çapkirin de giriyan diyar kir ku bîna 300 sal pêştir weke girtîgeh û bazirganiya koleyan hatiye bi karanîn. Rêveberê La Marseillaisê hem li ser derbazboya bînayê û hem jî ji ber di dîroka Marsîlya de meydana Vieux-Port ji çalekiyan re malevanî kiriye, ji ber nêzikatiya wê rojname li vir bi cih bûye. Salih Muslim rojnameya La Marseillaise vexwende Rojava û xwest ku di mijara ewlehiyê de bila ti fikarên wan nebin. Muslim got ku li Rojava li ser rojnamenûsan ti êrişek nîne û diyar kir ku destor ne dene vê yekê.
MARSÎLYA