Nasir Yagiz  ku ev 108 roj in, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye, ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a  Cîhanî peyamek da. Yagiz di peyama xwe de  got; “Dîrok careke din bûye şahid, heger azadî û aştî were Rojhilata Navîn û cihanê, ev ê bi pêşengiya jina xwedawend a rêxistinkirî were. Jina azad wê civaka azad, exlaqî û polîtîk ava bike.”

Ruhê me jinûve vedijîne

Nasir Yagiz di dewama peyama xwe de li ser çalakiya xwe jî dibêje; “Ji roja destpêkê heta niha di her hucreyeke min a dihele de baweriya min a ji bo azadiyê xurtir dibe. Xeta me ya fedaî li her eniyê li ber xwe dide, ber bi serketinê ve dimeşe û tecrîdê parçe dike, her wiha bi gelê me yê fedakar re ku rabûye ser piyan, kêlî bi kêlî Rêbertiya Azad û Kurdistana azad û demokratîk nêz dike. Va ye Şoreşa Rojava bi tunekirina hovîtiya DAIŞ’ê re, mizgîniya vê yekê dide me. Bihara finalê ku dê bêriya (Hesreta) me ya Rêbertiya Azad pêşwazî bike, ruhê me jinûve vedijîne.

Ji mirovahiyê re azadiyê bîne

Nasir peyama xwe bi wan gotinan bi dawî dike; “Li ser xaka ku çanda xwedawendan lê hatiye afirandin, pêşenga me ya jin, Heval Leyla ku ji vê çandê xwedî bûye; îro ev çand bi hemî ewrengiya xwe rojane kiriye û çalakiya ‘Bila dawî li tecrîdê bê’ daye destpêkirin. Îradeyek wisa derketiye holê û nîşanî hemû cihanê daye ku pêşengiya jina azad di şertên zindanan de û di nava çar dîwaran de bin jî, dikare çi bike û çi neke. Bi vê minasebetê ji niha ve 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî bi baweriya ku dê ji hemû hevalên me yên jin, nexasim mirovahiyê re azadiyê bîne, pîroz dikim.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR