Sala 2017’an li bajarê Elmanyayê Braunschweigê, ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hatibû lidarxistin. Derbarê vê çalakiyê de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê 18´ê Adarê dest pê kir.
Rûniştina dozê ku Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer lê tê dadgehkirin, li dadgeha herêmî ya Braunschweigê pêk hat. Tahîr Koçer û parêzerê wî Dundar Kelloglû di rûniştinê de amade bûn.
Çalakiya ku ketiye ber dozê, 20’ê Cotmeha 2017’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke meş û mîtîng bi rê ve çûbû. Bi hinceta ku wêne û sloganên ‘qedexe’ hene, doz hatibû vekirin. Ango doz li slogana Bijî Serok Apo jî hatibû vekirin.
Endamê Rêvebir ê Federasyona Kurdistaniyên Demokratîk ên Bakurê Elmanyayê Letîf Karakaş beriya rûniştinê li hola dadgehê got, “Hikumeta Elmanyayê hevalên me yên çalakger dadgeh dike. Ji bo çavtirsandinê nameyan ji wan re dişîne. Dixwaze me ji doza me dûr bixe. Lê doza me, ji bo me pîroz e. Em xizmeta gelê xwe dikin.”
Dadgehê rûniştin taloqî 26’ê Adarê kir. Piştî rûniştina dozê Tahir Koçer got, “Heta niha sê rûniştin hatin kirin, lê ji nav meseleyê derneketine. Em ê cezayekî biçûk jî qebûl nekin. Cezayê ji ber sembolan nayê qebûlkirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
BRAUNSCHWEIG