Piştî Navenda Piştevaniya Jinê ya Arjîn a di bin Şaredariya Bazîdê vebû, dest bi xizmeta ji bo jinan kir. Navenda Piştevaniya Jinê ya Arjîn a di bin Şaredariya Bazîdê, dê li gel Vakfa Plansaziya Malbatan a Tirkiyeyê (TAPV), dê 13 hefteyan bi navê "Tenduristiya Jinan" perwerdehiya tenduristiyê bide jinên Bazîdê. Navenda Jinan a Arjînê di çarçoveya berwerdehiyê de dê ji bo jin bêtir bedena xwe nas bikin, nexweşiyên xwe nas bikin û li hemberî van nexweşiyan di nava tenduristiyek hîn baştir û xurt de bijîn li ser mijarên tenduristiya jinan perwerdehiyê bidin. Perwerdehî dê li Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu perwerdehî bê dayîn.
'Jin mafê xwe nizanin'
Perpirsiyarê Navenda Piştevaniya Jinê ya Arjîn a di bin Şaredariya Bazîdê Civaknas Ozlem Arici, ani ziman ku ew bêtir li ser jinên ku koçber bûne û ketine bin bandora şer radiwestin û dixwazin berî her tiştî bi jinên mexdûrê şer re eleqeder bibin. Arici, destnîşan kir ku hem dê di aliyê derûniyê de û hem jî dê di aliyê tenduristiyê de bibin alikar û piştî pirsgirêkên tenduristiyê tesbît bikin, dê çareser bikin.
Arici, anî ziman ku ew li ser daxwazan xizmetê didin û hewl didin ku jinan di aliyê maf de bikin xwedî agahî. Arici, bilêv kir ku hem ji bo jinan bêtir nas bikin û hem jî piştî daxwaz û pirsgirêkên wan tespît bikin bêtir bibin alîkar û bersîv. Arici, "Ji bo em hişmendiya serdest a zilam a li ser jinê bişkînin û cudakariya hişmendiya civakî bidin famkirin em dê vê perwerdehiyê bidin"
DÎHA/AGIRÎ