39 stran ji nûve bi kurdî hatin nivîsandin
NÇM’ê diyar kir ku li gorî lêkolînê wan 5 hezar stranên kurdî wergerî tirkî hatine kirin û endamên NÇM’ê Rojda, Alî Geçîmlî, Ayfer Duzdaş, Hivda Gokel, Farqîn, Meral Tekçî, Genim, Nurcan Degîrmencî, Mehemede Serhedî, Bulent Turan, Çiya, di bin navê Şahiya Stranan de dest bi lêkolînê kirin. Komê piştî Şahiye stranan 1 û Şahiye Stranan 2 çap kirin, niha jî ji bo çapkirina albuma Şahiya Stranan xebatê dimeşînin.
Komê di albuma 3’emîn de 39 sitranên kurdî bi cih kirin
Endamê komê Çiya, diyar kir ku ji ber polîtîkayên bişaftinê û qirkirina çandê bi hezaran berhemên kurdî derbasî nava tirkî bûne û niha wekî berhenêm tirkî tên zanîn.
Çiya, anî ziman ku ew armanc dikin ku stran û çanda muzîkê ya devkî li hemberî polîtîkayên bişaftinê biparêzin û wiha got: „Bi salan berê gelek berhemên kurdî wergeri tirkî hatin kirin û wekî malê xwe dan nîşan. Stranên me li gorî xwe werger kirin û li wan xwedî derketin. Lê em niha wan dîsa tomar dikin û diparêzin.“
Çiya, anî ziman ku ew dê 5 hezar stranên ku wergerî hatine kirin ji nûve binivîsin û wiha axivî: „Heta niha me 39 stran ji nûve nivîsand û tomar kir. Ev stranên me bi salan in wekî çanda tirkî tê nişandan. Lê ev stran li ser axa Kurdistanê aj bûne.
Koma Şahiya Stranan, diyar kir ku dê van stranan di 3’ê îlonê de di 20’emîn salvegera şahiya NÇM’ê de di kansorê de bistrên.
SADIK TOPALOGLU - ÇAGDAŞ KAPLAN/DÎHA