Li gel kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li New Yorkê, daxuyaniyên li ser danûstandinên têkildarî Sûriyeyê dewam dikin. Pêr bi şev li ser mijara Sûriyeyê di asta Wezîrên Karên Derve de civînek hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry piştî civînê axivî û diyar kir ku piştî nîqaşên 2 saetan ‘ji bo ji nû ve ragihandina agirbestê, derfet nehatine bidestxistin’. Kerry Rûsya û rejîma Sûriyeyê sûcdar kir, ku li pêşiya lihevkirinê bûne asteng.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştrast kir ku di civînê de ti pêşketin çênebûye.
Welatekî din ku îdîa dike, rola Rûsyayê di pêknehatina agirbestê de heye, Fransa ye. Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Jean-Marc Ayraûlt careke din bang kir ku balafirên Rûs û Sûriyeyê li erdê bimînin û îdîa kir ku di rewşeke berevajî de agirbest wê nikaribe bê nûkirin. Li ser agirbesta li Sûriyeyê tê payîn ku rayedarên DYA û Rûsya îro (duh) jî li hev bicivin.
NEW YORK