Dayika Xatûn Ehmed û keça wê Peyman Xidir du hekîmin ku nexweşiyên wek fitiq, şewat û êşên hûr tedawî dikin û dixwazin ku xwedî li mîrateyê derbikevin ku hekîmên jin jî zêde bibe. Xatûn diyar kir ku rêbaza tiba xwezayî ji bijîjkek Îranî hîn bûye, lê ji ber hişmendiya baviksalarî karê xwe nekariye pêk bîne. Xatûn axaftina xwe wiha domand: “Ez 22 sale vî karî dikim. Berê ez li Îranê dimam. Gelek seyda, feqî ji min re digotin tu gunehan dike, lê min wan guhdar nekir. Hin kes bi çavên dînan li min temaşe dikirin. Min ji karê xwe hezdikir, ji ber vê min guh neda gotinan. Ev çand ji xwedawendan wek mîrateyek maye ji me re û divê bidome. Ji ber vê jî hê ji biçûkatî de min keça xwe hînî vê hunerê kir.”
Xatûn herwiha behsa pîrtûka tiba xwezayî ya 80 bijîşkên Îranî nivisandiye kir ku ji bo xwe wek çavkanî girtiye û got: “Giyayên tedawiyê ji Qendîlê berhev dikim û piştre giyayan hişk dikim, wek tozê hûr dikim. Li gor nexweşiyan giya tevlîhev dikim û dikim derman. Lê êdî extiyar bûme û zû diwestim.”
‘Ji çar aliyê cîhanê mirov tên’
Keça Dayika Xatûn, Peyman Xidir jî diyar kir ku hê di 7 saliya xwe de dayika wê rêbazên tiba xwezayî hînî wê kiriye û 18 sale ew jî vî karî dike. Peyman daxuya kirin ku ji çar aliyê cîhanê mirov ji bo tedawiyê tê ba wan û got: “Di serî de ji Başûrê Kurdistanê, piştre Brîtanya, Almanya, Îsveç, Tirkiye, Îran û ji deverên cuda ku em qet nas nakin, mirov tên.
Peyman bilêv kir ku mirovên tên ba wan bi wan bawer e û bi riya emeliyatê her nexweşî nayê tedawî kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo jinên ku zarokên wan çênabe, min derman çêkir û niha gelek jinên ku zarokên wan tune, xwedî zarok bûn. Hertim li me digerin û spasiyên xwe tînin ziman. Baweriya mirovan bi me tê lewre hin nexweşî hene bi emeliyatan nayê tedawî kirin û em bi riya tedawiya fizikê derman dikin, encam jî tê girtin.” Peyman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku cudahî naxin navbera nexweşan û bi her kesî re di heman astê de eleqedar dibin.tên xwe didin wan."
NEWROZ DIJWAR/JINHA/HEWLÊR