Dema bi tonan bombe li Kobanê diteqiyan, şervanên YPG/YPJ canê xwe kirin çeperên berxwedanê û parastina rûmeta mirovahiyê. Dema ku avahî yek bi yek heldiweşiyan, tenê derdekî gelê Kurd hebû; Kobanê. Di Kobanê de xwedîderketin li îradeya azad a gelê Kurd bû. Lê dewletên dagirkerê Kurdistan û bi taybetî jî Tirkiye tekane derdekî wan hebû. Derdê wan ew bû ka çawa îradeya gelê Kurd li Kobanê bin ax bikin û bin xirbeyan de bihêlin. Şervanên Kurd û îradeya azad a gel bi baweriya ji felsefeya jiyana nû girtîye, rê neda ku ev xewn û xeyalên Neo-Osmanî bi ser bikeve. Dagirkeran êdî nikaribûn îradeya gelê Kurd -mîna komkujiya Dersîmê- re bin ax bikin.
Dewletên dagirker û sermayedarên çavsor dema plan, dek û dolabên xwe li Kobanê bi ser nexistin, piştî azadkirina Kobanê vê carê xwe amade dikirin, yekemîn şîrketên xwe bibin Kobanê û li wir bi qasî bombeyan bo tonan dolaran qazanc bikin. Çawa bi rêbaza aborî û binasazî ya Başurê Kurdistanê dagirkirine, vê carê jî dixwazin heman tiştî li Kobanê bikin.
Tirkiye bi rêbaza aborî ne tenê axa Başurê Kurdistanê dagir kiriye, di heman demê de çavkaniya madî û manewî ya gel jî dagir kiriye. Çanda serdest a dewleta Tirk û siyaseta asîmlasyonê; ji ziman bigire heya xwarinê, ji binasazî bigire heya muzîkê daye avakirin. Niha li kû dera Başurê Kurdistanê binêrî, çanda dagirkeran jê difûrê û li wir êdî mirov bi şermokî qala çanda kurd dike. Piştî sala 1991’ê tenê ser erd û bin erdê Başurê Kurdistan li gorî pêdiviya civakê nehat nûjen kirin. Civakê bi zihniyet û amûrên dewletên serdest hat dagir kirin. Dagirkeriya Baas wergeriya dagirkariya Tirkiye, Îran û sermayeya navnetewî. Wisa jî civak di aliyê mêjî hat dagirkirin û niha gel ji nû ve berxwe dide û li jîyaneke nû digere.
Lê li Amedê 2 rojan konferansa ji nû ve avakirina Kobanê bi dirûşma “Ji nûve avakirina Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” hat li darxistin. Tablo û zihniyete nû xwedî li vê avakirinê derdikeve. Kobanê bi berxwedana xwe bû sembola “Berxwedana sedsalê” li hember dagirkerî û hovîtiyê. Rastir mirov dikare bêjê Kongreya netewî ji nûve avakirina Kobanê destpêka qonaxeke nû ye. Di konferansê de hemû hêz, reng û beşên civaka Kurd hebûn. Ji konferansê diyar dibe wê Kurd bi hêza xwe ya xweser ji nû ve ava bikin.
A li Kobanê hilweşiya tenê avahî nînin, zihnîyeta hovîtiyê ye jî. A li wir hilweşiya zihnîyeta mêrsalarî ye ku DAIŞ‘ê di asta herî jor de nûnertiya wî dike ye. A bi serdikeve îradeya azad a gelê Kurd e û mil bi mil wê Kobanê ji nû ava bike. Li wir tenê avahî wê nayên nûjen kirin, li wir jiyana nû ya li ser bingehê demokrasî, ekolojî û azadî tê avakirin. Cidahî di vir de ye.
Lê niha ne talûke û êrişên DAIŞ’ê bi dawî bûye û ne jî jiyana nû mîsoger e. Dek û dolab ên bi şêwazên nû hîn jî didomin. Hîna jî dewletên dagirker plana qirkirinên nû diken û hevkariyên nû avadikin. Piştî serdana Erdogan a Tahranê, amadekariya êrişên nû li Rojhilata Kurdistanê û ser Qendîlê tê kirin. Hêzên navnetewî dixwazin Kurdan li Başurê Kurdistanê bikin qurbanê planên nû. Erdoganê ku ti bersiva 10 madeyên birêz Ocalan neda, niha jî bi hemû hêza xwe li hemberî HDP di nava provokasyonan de ye. Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dike qûrbana hilbijartinê. Di demêkê de ku herî zêde hewcedarî bi girêdana kongreya netewî heye de serokê Başurê Kurdistanê carêke din li deriyê Washingtonê dide. A gelê Kurd jî dixe nava talukyê nebûyîna stratejîyeke netewî ye û girênedana Kongreya Neteweyî ye.