
Pêr ji bo jinûveavakirina Kobanê konferans li Amedê bi tevlîbûna 350 delegeyan destpê kir. Konferansa bi dirûşma “Jinûveavakirina Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn bi axaftinan doh jî dema amadekirina nûçeyê dewam dikir.
Muslîm: Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li neteweya kurd e
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim di konferansê de got: “Êrîşên li hemberî Kobanê bêtehmûliya hêzên tarî bû. Îro ambargoya li ser jî pêk tê ji ber vê yêkê ye. Armanca êrîşan çikandina vîna gelê kurd bû. Lê şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke mezin bersiva wan êrîşan da. Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye. Kobanê diroka mirovahiyê nivîsand. Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li netewaya gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn hemû pêkhateyên din dê di nava demokrasiyê de bi hevre bijîn. Hêviya me ew e ku hemû gel, sazî û rêxistin dê ji bo jinûve avakirina Kobanê alîkariyê bidin me. Ji bo ku zarok vegerin dibistnanên xwe û gelê Kobanê li ser axa xwe bijî.”
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî got, “berxwedana Kobanê weke berxwedana stalîngrad bû û nehişt ku Kobanê bikeve. Her wiha hatina pêşmergeyan a Kobanê jî girîng bû. Ji ber êrîşan Kobanê hilweşiya. Divê em Kobanê bi piştgiriya gelê kurd ji nûve ava bikin. Ji bo vê yêkê divê her kes Kantonên Rojava nas bike. Bi taybetî jî rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê.”
Abdullah: Yekîtiya herî mezin şehîdên Kobanê ava kir
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî di destpêka axaftina xwe de got, konferans ji bo gelê Kurd di asta yekemîn konferansa neteweyî de ye û ji bo bajarê Kobanê pêk tê. Abdullah anî ziman ku di dîroka gelê Kurd de gelek komkujî, enfal, Helepçe çêbûn gelek bajarên Kurdan hatin xirabkirin, lê cara yekemîn e ku ji bo bajarekî xwe ji çar aliyên Kurdistanê delegasyon hatine cem hev û wiha peyivî: “Kobanê bi berxwedana xwe pêşengiya neteweya Kurd kir. Di berxwedana Kobanê de ji her çar aliyê Kurdistanê ciwanan cih girt û şehîd ketin. Yekîtiya herî mezin şehîdên Kobanê ava kir. Bi berxwedana Kobanê li ser sînor gelê Kurd nobet girt û çavên wan li Kobanê bûn. Di encama vê yêkîtiya berxwedanê de di aliyê siyasî û dîplomasî de jî bala cîhanê kişand ser xwe. Ev yêk ji bo gelê kurd destkeftiyekî gelek mezin bû.”
Abdullah got, “pergala Rojava pergala kantonanan e. Ji bo Kobanê divê deriyê sînor ê sivîl ê 24 seatan vekirî hebe û çi ji Kobanê re pîvîst be biçe. Ji ber ku ev konferans konferanseke neteweyî ye, divê hemû Kurd keda xwe nîşan bidin û em biryarên hevbeş bigirin. Ji bo berxwedana Kobanê bibe malê tevahiya Kurd û malê navneteweyî divê beşekî Kobanê bibe muze. Ji bo azadiya vî gelî û parastina jiyana civakê em tevbigerin.”
‘Pêşmerge û gerîla erka netewî pêk anî’
Endamê KNK’ê Refîq Xefûr jî wiha axivî: “Kobanê Kurd rakirin ser piyan. Kurdistan bûye du serdem: Berî Kobanê û piştî Kobanê. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne.”
Parlemanterê Başûrê Kurdistanê Elî Xalo jî got: “Pêşmerge û gerîla li başûr şer kirin û erka xwe ya neteweyî bi cih anîn. Em Kurd pişta hev bigirin tiştekî exlaqî ye. Ji bo avakirina Kobanê jî divê her kes ya ji destê wî/wê tê bike û em ê alîkar bin. Du biryarên girîng ji meclîsa herêmê derketin. Yêk jê piştgiriya kantonan bû. Ya din jî pêşmenge biçe alikariya birayên xwe yên Kobanê bû. Yekîtiya Kurdan yekemîn car li Kobanê pêk tê. Kurd nêzî serxwebûnê ne. Ev yêk jî ji yekîtiyê derbas dibe. Em amade ne ku alîkariya Kobanê bikin.”
DÎHA/AMED