Gelo însan di jiyana xwe de dikare çend car ji dayik bibe? Di warî edebiyatê de, taybet jî di xebatên wêje û ramangerî ya Rojhilatî de ji hezar sal zêdetir e ku ev mijar hê jî wek mijareke zindî û zayok tê bikaranîn û neqişandin. Her li ser vê mijarê pirtûkên helbest, roman, fêylesofî û hunerê tên nivîsandin.

Bi wan nivîskaran dîrokeke wêjeyî hatiye xemilandin. Di nav van de yên ku piranî nayên zanîn wêjegerên Kurd yên jin in. Di dîroka Kurdistanê de bi destê jinan, dîrokeke wêjeyî, wek bukeke xemilî hatiye avakirin. Jinên Kurd, berî hezar sêsed salê, ango di serdema 8’mîn de tevî wêjevan û şaîrên zilam li Kurdistana Rojhilatê komeke edebiyatê ava kirîbûn û berhemên xwe yên wejeyî li vir diafirandin, dixemilandin. Nava wê komê Terîqeta Yarî bû... (Bi sedema ku me xal vekir, çendek li ser vê komê bejim û çend nav bibîr bînim; wek Celale Xanima Loristanî, Reyhan Xanima Loristanî, Fatime Xanim Lariya Goranî, Lîza Xanima Caf, Xatûn Mey Zerd û Daye, Xezanêya Serketî... Ev wêjevanên jin yên birûmet, di mîrateya wêjeya Kurdistanî de xwedî kedên mezin in, lê xêynî navên ku me li vir hijmart, gelek jinên zana û têgihîştî hene ku navên wan jî bi destê kolonyalîstan ve hatiye veşartin û negihaştiye heta roja îro...)

Lê em dîsa vegerin li ser mijara xwe ya sereke, ango "ji nû ve ji dayik bûn”ê... Wekî me got, ev mijar li Rojhilatê mijareke wêjeyi û fêylesofiyê ye, bi taybet wêjevanên Kurd jî li ser vê yekê sekinîne, ked dane, fikirîne, afirandine û her nivîsîne, birastî jî ji wêje û fêylesofiya dunyayê re mîraseke xurt û tijî danîne. Li gor vê mayî ya ramangeriyê, "Însan her car ji nû ve ji dayik dibe, wate ya dunyayê ji nû ve kişf dike, fêhm dike û têdigihîje. Ji nû ve çavên xwe ji dunyayê re, ji Însan û xwezayê re vedike, dibîne, ji nû ve bêhn digire, xwe digihîne ji wateya bêhngirtinê re, ji nû ve xwe û dora xwe nasdike û hew...” 

Birastî jî însan li dora xwe dinêre, bêhn dike, li ser hebûnê û hebûneyan difikire, dibêje gelo kî dikare bêje ku yek tişt jî "bêcan” e? Yek tişt jî, ji şûna xwe nalive, najî? Însanek, ajalek, darek, gihayek, heta kevirek be jî... Hema ne tene tiştên ku em wan bi çavê xwe dibinin û bi deste xwe dikarin hingafînin, mizbidin jî na... Dîrok bixwe jî... Gotineke bihêz û bizanyar heye, dibêje; "Çavê dîrokê her tim vekiriye, lê hêz, (ango desthilatdarî) bi tu awayî îbret nagire, çi ku di xwezahiya hêzê de bêşermî heye.”

Bi kurt û kurmancî em dikarin bêjin her tişt hema bi têra xwe her tişt, "bican”, ango zindî ye... Dilive, bêhn digire, dinêre, sûd digire û perçek ji xwe paşve dihêle... Ev yek jî ji nû ve ji dayik bûn” bixwe ye. 

Vêcar di warî fikriyetê de bûyereke bi vî hawî diqewime. Kesên ku heta roja îro di nav hizb û rêxistinên "Çepê Tirk” de cih girtine û bi wê ramaniyê pijiyane, îro bi tesîra çalakî ya tevgerê Kurdistan ji nû ve ji dayik dibin. Bi sedan hevalên min bixwe hene ku îro ji me hemûyan bihêztir HDP’î bûne, bi kelejanî ji me xurttir singa xwe li himberî êrişa nijadperestên Tirkan danîne û mafên Kurdan diparêzin. Bi matmayî jî wiha dibêjin "Bi çi awayî me heta roja îro şêwaz û sekna çepên Tirk nedît? Çawa bû ku me bi navê ‘Çep’, dijminatî ji mafdarên ku mafên wan me ji destê wan girtî bûn kir?” Ez jî ji wan re dibejim; "Dibe lo... Mimkûne ku Însan her car ji nû ve ji dayik be...”