HAMDIYE ÇÎFTÇÎ / JINNEWS / COLEMÊRG
Li Colemêrgê koma ‘Jin jiyan Erbane’ hat avakirin. Jinên di komê de cihê xwe digirin, dibêjin, ji ber astengiyên li pêşiya wan, xebatên wan nîvco mane û dixwazin komê ji nû ve rakin ser piyan. Jiyan Tekçe ku mamosteya erbanê ye, diyar ji bo çanda erbaneyê dibêje, li ber tunebûnê ye. Koma wan jî dixwaze, vê aqûbeta li pêşiya çanda lêxistina erbanê biguhere.
Perwerda erbaneyê ya bi kursa 3 sinifan, li Navenda Çanda Feqiyê Teyran a şaredariya Colemêrgê beriya bi 6 salan dest pê kiribû. Jinan jî elaqeyek mezin nîşan dabû. Piştre jî 12 jinan koma erbanê ya bi navê Jin jiyan Erbane ava kir. Koma Jin Jiyan Erbane, stranên Kurdî li ber erbanê gotin û gelek konser jî dan. Mamosteya Erbanê, Jiyan Tekçe û endamên komê yên din, niha didin zanîn ku armanca wan xwedîderketina li çanda Kurd e, û ew dixwazin stranên Kurdî ji nû ve bidin bihîstin.
Mereq veguherî hezkirinê
Jiyan Tekçe diyar dike ku beriya bi 7 salan, mereqa wê ya ji bo erbanê dest pê kiriye û dibêje: “Têkiliya erbanê bi çanda me re, gelek kevin e. Ji ber vê yekê, bala min bire ser xwe. Erbane înstrumaneke wisa ye ku kî dest pê bike, êdî dest jê bernade. Min bi mereq dest pê kir. Lê roj bi roj, min jê hez kir.
Em hêvî dikin jin piştgiriyê bidin
Jiyan tîne bîra xwe wan demên avakirina komê û zehmetiyên wê, dibêje, wan ev zehmetî li dûv xwe hiştine, her roj hinekî dîtirê xwe bi pêş ve birine: “Di 2013’an de me li Navenda Çanda Feqiyê Teyran kurs dan destpêkirin. Elaqeyeke mezin hebû. Me bi 3 sinifan dest pê kir. Piştî demekê me bi 12 hevalan re di 2014’an de kom ava kir. Me 2 salan li Colemêrg û derveyî bajar konser dan. Tevî serketinên me, kom belav bû û gelek proje jî nîvco man. Niha gelek kes ji me daxwaza kursê dikin. Ev 4 sal in jin gelekî vê daxwazê dikin. Bendewariya me ew e ku jin piştgiriyê bidin me.”
Zana Îhtîyatoglu jî du salan di xebatan de cih girtiye; ew dibêje, wê demê bi kêm derfetiyan wan xebat meşandiye. Dilê Zanayê wê dixwaze ku ew xebatên xwe yên nîvco, zindî bikin.