Duyemîn Mîhrîcana Kurteçîrokan a Rojava bi beşdarbûna 50 çîrokên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî yên ji çar aliyên Kurdistanê doh dest pê kir.

Ji bo organîzekirina ‘Duyemîn Mîhrîcana Kurteçîrokan a Rojava’, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê destê hev girtine û amadekariyan dikin. Ev amadekarî piştî meh û nîvekê bi dawî bûn.

Komîteya amadekar a mîhrîcanê ji 9 kesan hatiye avakirin. Komîteyê ji destpêka avakirina xwe û vir ve dest bi civînan kir, her weha komîteyek ji bo nirxandina çîrokan jî ava kir.


Mihrîcana Kurdî, Erebî û Suryanî

Amadekariyên mîhrîcanê îsal ku dê bi beşdariya çîrokên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî were lidarxistin êdî bi dawî bûne. Mercên beşdarbûna çîrokan jî weha hatin destnîşankirin.

-Çîrok divê nehatibe weşandin û ji zimanekî din wernegerandî be.

-Divê nivîskarên ji Kantona Cizîrê bi xwe çîroka xwe bixwînin. Ên ji derve jî divê çîroka xwe bişînin ji Desteya Çand û Hunerê re da ku Komîteya Amadekar bixwîne.

Ji her çîrokekê 2 kopya bêne şandin. Navê nivîskar, navîşana wî û telefona wî li ser bê nivîsandin.

-Çîrok bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî têne qebûlkirin.

-Çîrok divê ne zêdetirî 3 rûpelan bi nivîsa fonta 12’an be û dema xwendina wê jî ne zêdetirî 10 deqîqeyan be.

Mîhrîcanê 6’ê Hezîranê saet di 17.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û heta saet 19.00’an dewam kir. Ev yek dê rojane bi vî awayî heta 11’ê Hezîranê dewam bike.


Heta niha 50 çîrok

Têkildarî mijarê Berpirsa Buroya Ragihandinê ya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Leyla Cemal da zanîn ku amadekariyên wan bi dawî bûne. Leylayê got, heta niha zêdeyî 50 çîrokan ji her çar aliyên Kurdistanê û derve ji wan re hatine şandin.

Li ser naveroka çîrokan jî Leyla Cemal da zanîn ku naveroka çîrokan civakî ye û bi pirranî li ser berxwedan û şoreşê ne.

Çîrokên ji Rojava dê ji aliyê nivîskarên wan bi xwe bêne xwendin. Çîrokên ji derve jî ji ber girtina sînor ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve, û ji ber ku nivîskar nikarin bi xwe beşdar bibin, endamên komîteya Amadekar wê hin kesan erkdar bike ku wan  çîrokan bixwînin.

Li gorî Komîteya Amadekar, rojane 8 - 10 çîrokan wê bêne xwendin û li gorî mercan jî dibe ku hejmar bê zêdekirin an jî kêmkirin.


Xwendin heta 11´ê Hezîranê

Mîhrîcan roja 11’ê Hezîranê wê dewam bike û kesên ku çîrokên wan bi ser kevin dê werin xelatkirin. Leyla Cemal da zanîn ku xelat wê di sê beşan de bêne belavkirin. Nivîskarên ku asta yekemîn bidest bixin yên hersê zimanan wê bêne xelatkirin. Her weha diyariyên sembolîk wê ji bo nivîskarên ji derveyî Rojava beşdar bibin jî bêne dayîn. Ji bo hemû beşdarên mîhrîcanê jî spasname wê werin belavkirin.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ‘Yekemîn Mîhrîcana Kurteçîrokan’ di 6’ê Hezîrana 2015’an de bi beşdariya 34 kurteçîrokên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê pêk anîbû.



ŞÎNDA EKREM/ANHA / QMIŞLO