Kordînatora Giştî ya Ozgur Radyoyê, Derya Okatan a ku beriya 21 salan bi slogana “Em ê nebin qutiya muzîkê” hat avakirin, got, “Divê yên ku rastî êrîşê tên, hebûna xwe bidomînin.”

Okatan anî ziman ku ev 40 roj in amadekariya weşanê dikin û îro (doh) saet 9´ê êvarê li ser înternetê dest bi weşanê dikin; Okatan da zanîn ku ew ê navnîşanan bi hesabên xwe yên çapameniya civakî, bi guhdarên xwe re parve bikin. Okatan diyar kir ku ew ê hewl bidin guhdarên wan bi awayekî rehet xwe bigihînin wan, ji bilî weşana înternetê, ew difikirin ku weşana herêmî jî bikin. Okatan destnîşan kir ku ev 40 roj in li aliyekî xebatên hiqûqî dikin li aliyê din jî amadekariyên weşanê dikirin; di vê pevajoyê de bi weşanên girtî û qedexekirî re, hewl dane ku hin bernameyên piştevaniyê çêkin. 

‘Me ji sifirê dest pê kir’

Okatan bal kişand ser zehmetiyên ji nû ve destpêkirina weşanê û wiha dewam kir: “Dewletê her tiştê me desteser kir. Mîkrofon û mîkserên me desteser kirin. Peydekirina van malzemeyan careke din, dîtina cihekî nû zehmet bû. Her tiştên me hatin xespkirin. Me ji sifirê dest pê kir. Em vegeriyan beriya 21 salan. Bêguman xebatkarên Ozgur Radyoyê di warê moralê de bêhtir xurt in.” 


 EDENE