Desthilatdarî, ji her tiştî bêtir li ser mêjî ya însan mijûl dibe. Armanc û xebata wî ya herî girîng a yekemîn mêjî ye. Ji ber ku eger mêjî neyê destxistin, mirov jî ne li bin kontrol e. Ji bo ku tu mirovekî an jî civakekî bixî bin destê xwe, hildî bin kontrola xwe, hewceye ku ewilî mêjî ya wî/ê dagirînî. Gava ku mêjî ket bin kontrolê jî, dev jê bedre bila here, êdî ew ya te ye; her tim di bin kontrola te de ye, her tim xizmetkara te ye, ji ber ku êdî ew bi mêjî ve girêdayî te ye.
Tekilî ya gelê Kurd û desthilatdariya Tirtiyeyê jî heya niha bi rewşeke wisa tevizîbû. Destpêka tekoşina xilasbûna vê rewşê virve jî xwîn tê rijandin. Xwînê ku ew roj virve dirijin, sedema wê jî kontrolkirina mêjî ye. Ji alîkî hewldaneke kontrolkirina mêjî ya gelan, ji alîkî jî din av gelê de hewldaneke şoreşek mêjiyê heye. Ziman, nasname, rêveberî, sazî, dezgeh û em bêjin her tiştên civakî bi mêjiyê ve girêdayî ye. Ji ber wê jî eger tu kontrola mêjî ya xwe bidî desthilatdarî yên Tirkiye yê, ew dikare daxwazên te teva bîne cih.  Sedema dijwarbûna şerê şoreşa Kurd jî ev e. Ji ber ku Kurd, tenê nasnamên xwe naxwazin, bi îrade ya xwe nasnameyên xwe dixwazin, tenê rêvebirina gelê xwe naxwazin, bi îrade, bi mêjiyeke azad dixwazin kar û barên gelê xwe bi rê ve bibin. Ziman ji me re, înîsiyatîf ji we re na!.. Sazî û dezgeh ji me re desthilatdarî ji we re na!..
Bi vê mijarê ve girêdayî, ka em werin ser rojeva Roboskî yê…. Roboskî ya birîna dilê... Roboskî ya neynika durûtî ya îqtîdar a Tirkiye yê... Roboskî ya navnîşan a qetlîamkeriya desthilatdari ya Tirkiye yê... Roboskî ya qutbûna benda gelê Kurd û desthilatdariya Tirkiye yê...
Niha ji bo Roboskî niqaşekî wisa tên kirin ku, wekî xeberdaneke sosret... Ji Dewletên Yekbuyî yên Amerikayê (DYA) rojnameyek nûçeyekî weşand, her kes çû ser wê nûçe yê. Nûçe diyar dike ku, bombebarankirina zarokên Kurd, ji îstixbarata DYA sûd negirtiye. Yanî emirdayina bombebaranê, tu tekiliya xwe bi îstixbarata Amerîkiyan tune. Piştî vê weşanê jî her kes çavê xwe tûj kiriye û dipirse; “gelo kê emir da?” Ev nîqas, di nav welatparêzên Kurd de jî serdest e. Gava tu guhê xwe didî vê niqaşê, tu dibêjî qey gava bersiva vê pirsê zelal bû, wê her tişt çareser dibe.
Lê li gorî nêrîna min ev nîqas pîçek şaş e. Ji ber ku, ji bo gelê Kurd, ji bo malbatên Roboskiyê agahiya herî muhîm ne diyarbûna destûrmendê bombebaranê ye. Dibe ku ew kes generalek e, segvanek, fermandarek, an jî wezîrek e...  Tenê kesek ne muhîm e. Ji ber ku bi xeyalî em bifikirin; em bêjin gava navê wî kesî hate eşkerekirin û ew kes jî got “biborin, min xeletî kir” û dev ji karê xwe berda, gelo wê demê pirsgirêk çareser dibe? Na... Xeynî wê jî ez bawerim heke daxuyaniyek wisa were kirin, hikumetê jî jê memnûn bibe. Ewên jî -wekî ku di 27’ê Nîsanê- derkevin meydanê û dengê xwe bilind bikin û ji bo berjewandiya xwe wî zilamê re bipevçin.
Gorî min divê em bi mêjiya desthilatdaran nefikirin û hêza xwe nedin tenê eşkerekirina navekî... Desthilatdar qetlîaman, komkujiyan pêk tîne û bi mêjî ya me dileyîze, bala me dikşîne li ser eşkerakirina navekî û ew nav jî bi awayekî eşkere nabe, her çiqas rik dirêj dikin, em jî ewqas kur dibin û temam bala xwe didin ser navekî.
Di rastiyê xwe de qetlîama Roboskî ne karê kesekî ye. Heke hewce bike, 28 Berfanbar heya niha eşkerenebûna vê navê, bi xwe tiştek eşkere dike, ew jî Erdogan nîşan dide. Bila Kurd hemu bizanibin, -Erdogan jî di nav de- heke tevgerek, tevgerê leşkerî û siyasî bi hevre berpirsiyarê Roboskî yê nebûna, kes cesaret nedikir tiştekî wisa bike. Bila her kes bizanibe, heke li cihki qetlîamek qewimî, ne kesek, teqez ew marîfeta teva desthilatdariyê ye.