BERHEM LATİF / ROJNEWS / SILÊMANÎ

YNK hewl dide bi Tevgera Gorran re li ser li hevkirinên nû bigihîje encamekê. Endamekî rêveberiya Tevgera Gorran got, YNK bi vê yekê dixwaze peyamekê bide PDK’ ê û bibêje ‘Ger hûn daxwazên me qebûl nekin, em ê bi Gorranê re li hev bikin.’

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî ji nava civata nîştimanî ya Tevgera Gorran ku nexwest navê xwe eşkere bike, gotî, “Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) hewl dide li ser li hevkirinên nû bi Tevgera Gorran re bigihe encamekê. Tevgera Gorran daxwazên YNK’ê red kirine.”

Heman çavkaniyê got, YNK ji hinek aliyan daxwaza li hevkirinên nû radestî rêveberên Tevgera Gorran kiriye. Lê ev daxwazên YNK’ê bi awayekî fermî radestî Tevgera Gorran nehatine kirin.

Di 17’ê Gulana 2016’an de di navbera YNK û Tevgera Gorran de peymanek hate îmzekirin. Peyman bi amadebûna sekreterê giştî yê wê demê Mam Celal Telebanî û serokê Tevgera Gorran Noşîrwan Mustefa hatibû îmzekirin. Navê li hev kirinê jî ji ber ku li navçeya Silêmanî Dabeşan pêkhatibû, weke ‘Li hevkirina Dabeşan’ dihat naskirin.

YNK’ê peymana Dabeşan pêkneanî

Piştî vê peymanê, YNK û Tevgera Gorran lijneyek hevbeş pêk anîn. Erkê lijneyê jî bicihanîna lihevkirina Dabeşan bû. Li hev kirina di navbera YNK û Gorran de ji 25 made û 11 beşan pêk hatibû. Ev peyman tenê karî salekê dewam bike. Lê di wê salê de jî gelek caran berpirsên Gorran ji ber bicihneanîna peymanê YNK’ê rexne dikirin. Herî dawî di sala 2017’an de Tevgera Gorran peymanê da rawestandin.

Endamê Civata Nîştimanî yê Tevgera Gorran Hêmin Şêxanî li ser vê mijarê got, “YNK’ê lihevkirina peymana Dabeşan pêk neanî. YNK´ê nedikarî vê peymanê bi cih bîne. Tenê xalek jî nehate bicihanîn.”

Tevgera Gorran ji bo lihevkirineke din, şertê xwe diyar kiriye. Tevgera Gorran dibêje, ji bo peymaneke nû were çêkirin, pêwîst e hemû cezayên siyasî yên li dijî alîgirên Gorran bên rakirin. Herwiha Gorran dixwaze erkên ku di Meclîsa Walitiya Silêmanî de bi dest xistî, careke din werin dayîn.

Hêmin Şêxanî jî got, “Hê jî endamên me ji aliyê YNK’ê ve tên cezakirin. Endamên me di nava saziyên hikumî, nava Wezareta Navxweyî û pêşmergeyan de tên cezakirin. Yek ji daxwazên me ew bû ku cezayên siyasî yên endamên me bê rawestandin. Lê heta niha ev daxwazên me nehatine bicihkirin.”

Balkêş e ku ev gotegotên lihevkirineke nû di navbera YNK û Tevgera Gorran de, di demekê de ye ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû hewldan tên kirin. Ev zêdetirî 4 mehan e ku hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê pêk hatine, lê hikûmet hê jî nehatiye avakirin.

YNK peyamekê dide PDK’ê

Endamekî Civaka Nîştimanî a Tevgera Gorran ê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, got: “YNK dixwaze bi nêzîkbûna Gorranê re peyamekê bide PDK’ê. YNK dixwaze bi vê yekê bêje PDK’ê, heger hûn daxwazên me bi cih nekin, em ê bi Gorran re li hev bikin.”