Nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Îbrahîmî piştî serdana Îranê û berî ku biçe Şamê daxuyaniyên balkêş dan. Îbrahîmî di destpêka peywira xwe de gotibû ku çareserî gelekî zore û bêhêvîtiya xwe anîbû ziman. Ev cara pêşî ye ku Îbrahîmî bi rengekî erênî behsa çareseriyê kir û got ku ew bi hêviyê ku çareseriyeke aştiyane li Sûriyeyê pêk bê.
El Îbrahîmî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku banga xwe ji bo agirbestê dubare bike û bang li hemû aliyên ku çekan dişînin Sûriyeyê bike da ku şandina çekan rawestînin.  Îbrahîmî piştî hevdîtinên li Siûdiyê û Tirkiyeyê berê xwe da Îranê û bi rayedarên hikûmeta Îranê re hevdîtin kirin. Wezîrê karê derve yê Îranê Alî Ekber Salihî da xuyakirin ku Îranê pêşinyara xwe ya ji bo çareseriyê daye Îbrahîmî û her wiha ew pêşinyarên xwe ji Siûdiyê, Tirkiye û Misrê re jî şandiye.
Îbrahîmî li Tehranê di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî ji bo alîkariya aştiyane amade ne. Îbrahîmî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku careke din daxwaza agirbestê ji hikûmeta Sûriyeyê bike , her wiha Îbrahîmî got ku ew heman tiştî ji muxalefetê jî dixwaze û piştî agirbesta hikûmetê re divê muxalefet jî agirbestê îlan bike.

Pêşniyara Îranê 

Wezîrê karê deve yê Îranê agahiyên berfireh derbarê plana welatê xwe ya ji bo çareseriyê de neda û bi tenê got ku dê Îranê alîkariya Îbrahîmî bike da ku hewldana wî ya çareseriyeke aştiyane bi ser bikeve.
Îbrahîmî jî di daxuyaniya çapemeniyê de spasiyên xwe ji Îranê re pêşkêş kirin û wiha got: Ez spasiyên xwe dikim ji b ovan pêşinyarên we û wekî min got hin xalên di vê pêşinyara we de hene ku alîkariya çareseriyê bikin. Her wiha di pêşinyara welatên din de jî hin xalên em sûdê jê bigirin hene.
Di berdewamiya axaftina xwe de Îbrahîmî got ku ew bi hêvîne ji pêşinyarên hemû welatên ku ji nêz ve bi aloziya Sûriyeyê re mijûl ku hin xalên girîn ji hemû pêşinyaran derxînin û wekî planeke çareseriyê pêşkêş bikin. Her wiha hêviyên xwe ji bo bidawîanîna vê felaketa ku gelê Sûriyeyê dijî. 


Hêza aştiyê 
Jı aliyekî din ve tê gotin ku El Exder El Îbrahîmî şandina hêzên parastina aştiyê yên navdewletî bo Sûriyê ku ji 3000 hezar serbaz û bi beşdariya Ewropayê pêk tê gotûbêj dike.
Rojnameya Telegraf ya Birîtanî belav kiriye ku li gor plana El Exder Îbrahîmî ku hûrgiliyên wê dema ku gihîştiye Tirkiyê aşkira bûne ku jib o misogerkirina agirbesta di navbera Beşar Esed û opozisyonê de wê ev hêz bêne şandin.
Li gor plana Îbrahîmî hêzên amerîkî û ingilîzî ji vê plane têne dûr xistin, ji ber ku wan berê destêwerdana Afganistanê û Iraqê kiribûn û nerazîbûneke li dijî hêzên wan welatan heye.
Weke alternatîf Îbrahîmî beşdarbûna welatên Ewropa di bin navê hêza wan yê bi navê UNFEL ya parastina aştiyê dide pêş. Her wiha tê zanîn ku hêzên UNFEL ji 15 hezar serbazan ji welatê Irlanda, Almaniya, Fransa, Ispanya û Îtalyayê pêk tê.
Li gorî Telegrafê hebûna serbazên Ewropayê li ser axa Sûriyê heta ku ji welatên herî bê alî li hemberî cîhana Erebî jî, ev yek wê weke destêwerdaneke leşkerî ya rojavayê ya nû bo Rojhilata Navîn bê dîtin. Ev yek jî pisporan dixe metirsiya êrişên du alî him ji aliyê çekdaran û him jî ji aliyê hêzên alîgirên rêjîma Esed. 

ŞAM