Di civînê de rêvebêrên partiyan amade bûn. Li ser navê partiyan Serokê rêsixtina OSP'ê Nusrettîn Maçîn daxuyanî xwend. Maçîn, diyar kir ku destnedayîna perlementerê BDP'ê li tavilê bê rakirin. Maçîn, da zanîn ku hebûna gelê Kurd bi awayekî pêkanînê rêbazên derveyê demê gelê Kurd ku protesto kiribû û Serokwezîr li di axaftina xwe li Amedê de ji gelê Kurd lêborînê xwesti bû. Maçîn, anî ziman ku ew axaftinê wî hinek ji bo wekheviya gelan û di navbera gelan de hêj kelecanek hêviyê ku xelas nebuye û got ku ew daxuyaniya Erdogan a ku derbarê parlementeran de daye xuya dike ku ji bo hilbijartinê parlementoyê pêvajoyek bê ewle û bi tengasî pêvajo tê meşandin.
'Wê bibe sedema aloziya civakî'
Serokê rêsixtina OSP'ê Nusrettîn Maçîn bal kişand ser pêvojoya "vekirana demokratîk" û wiha got: "Hêj 'veikiran demokratîk' ne diyare û nayê fêm kirin. Bi daxwaza rakirana destnedayîna parlementerên BDP'ê, li hemberî vekirina demokratîk de tê wateya xîreta zivirandina antî vekirana demokratîk. Wê gelê Kurdîstan û Tirkiyê ber bi pêvajoyek tarî ve bibe." Maçîn, destnîşan kir ku ji bo makeqanûnek bingehîn ku bi lez bikeve meriyetê pêwîste li hevhatina hevpar bikeve dewrê û wiha axivî: "Pêwîste rêbazên di nav jiyanek aşîtî û şert û mercên wekhev de bê jiyandin. Em ne çarin di nav fedakeriyek mezin de bin û viya zivt bikin. Di sala 1994'an de jî hate jiyandin. Destnedayîna wan hate rakirin û hatin girtin. Ew rêbaz li ber riya êşan rê vekir. Wê ev pêkanîn dûbare rê li ber pêvajoyek diyalogê rake, Wê bibe sedema aloziya civakî û bê aramiyê."
Maçîn, bang li desthilatdariyê kir û xwest ji bo ku pergala parlementeriyê demokrasiya hemdem destkeftiyên mezin bi dest bixe ew hikumetê dawetî hîsa dirust dikin. Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.
DÎHA/AMED