Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sersaxî li malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin da. Ocalan got, komkujiya li Parîsê duwemîn komkujiya Dêrsimê ye.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mehmet Ocalan, dayika Bayram Kaymaz yê ji doza PKK’ê girtî û xwişka Cûmalî Karsû, Pervîn Oduncu çûne girava Îmraliyê û hevdîtin pêkanîn. Malbatên ku bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin pêkanîn, di demjimêrên şevê de vegeriyan Gemlîkê.
Li ser pirsên bi israr yê rojnamevana Mehmet Ocalan daxuyaniyek da û da diyarkirin ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkaniye û gelek xemgîn derbaz bû. Mehmet Ocalan axaftinên Ocalan wiha ragihand: “Kuştina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Fransayê ew gelek xemgîn kiriye û şermezar kir. Komkujî weke komkujiya duwem ya Dêrsimê bi nav kir. Demek ji demekê zûtir çi nav lê kiribe bila lêkiribe, xwest berpirsên komkujiyê bên aşkera kirin. Eger di demek kurt de ev komkujî dernekeve holê dê sûdê bide pêvajoyê û got ku ‘ev komkujî îşareteke’. Ji ber vê çendê xemgîn bû. Sersaxî li malbatan da. Ocalan diyar kir ku ger di rojên pêş de Hevserokên BDP’ê bên ew dê di derbarê pêvajoyê de daxuyaniyê bide.”
Li ser pirsa rojnamevana ya têkildarî televîzyonê Mehmet Ocalan destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan televîzyon nexwestiye, daxwazek wî ya wisa çênebûye. Got, îdareya girtîgehê bi zorê televîzyon xistine odeyê.
Di vê navberê de hate diyarkirin ku, ji ber sedema demjimêrên hevdîtina Bayram Kaymaz yê girtî kêmkirine, ev nêzîkati protesto kiriye û ji ber wê dayika wî Medîne Kaymaz hevdîtin pêre nekiriye. 

BURSA