Konsera qada servekirî ya li Parka Ataturk kêliyên nayên jibîrkirin bi Êlihiyan dan jiyîn. Orkestra Heskîfê ya Şaredariya Êlihê di rêveberiya hunermenda operayê Mîzgîn Tahir ve du salin xebatên xwe pêş dixe. Orkestrayê yekemîn konsera xwe bi kadroya ji 50 kesan li Parka Ataturk li dar xist. Konser, di nav wan de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, namzetên Hevserokên Şaredariya Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr jî ku hebûn ji aliyê bi sedan welatiyan ve hat temaşekirin. Di konsera ku bi rêzgirtin û sirûda “Ey Reqîb” hat destpêkirin de Elihiyan rojeke ku neyê jibîrkirin jiyan.

DÎHA/ÊLIH