‘Ji bo zarokên Kurd dua bikin'
Zarokên Kurd ji sê nameyên nivîsîn, duh yek ji wana ji postexaneya navenda Hagenê ji bo bigehe lîderê alema Xiristiyana Papa İ.Franciscum şandin Vatîkanê. Zarokan di nameya xwe de balkişande ser ku, mafê herkesê heye ku di nava aştî û hizûrê de jiyan bike, “Bitaybet pêwîste zarok hînbêhtir xwedî vî mafî bin. Ji ber ku zarok bê parastinin. Pêwîste tu kes zarokan nekuje û nexwediyê vî mafî be. Îro li Rojavayê Kurdistanê komkujî tê kirin. Mirovên sivîl û bi taybet zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin. Lê pir mixabin tevayî cîhan bêdeng e. Tenê temaşe dike.” Zarokan ku di nameya xwe El Nusra û milîtanên wê wek çete û talanker şîrove kirin bal kişandin ser van xusûsan: “Tu pêwendiya wan bi Mislimantiyê re nîn e. Hz. Muhammed dibêje; 'Kuştina mirovekî kuştina tevayî mirovatiyê ye.' Lê ew her roj mirovan dikujin, terorê dikin. Hûn lîderê cîhana Xrîstiyan in. Tevayî cîhan we guhdar dike, digire dîqqetê. Em ji we rica dikin ku ji bo ew qatil bên rawestandin bangekê bikin û ji bo zarokên Kurd ên Rojava dua bikin."
'Çima medyaya Alman bêdeng e'
Di nameya ku zarokan ji Serokkomarê Almanya Joachim Gauck û Serokwezîr Angela Merkel re şandin de jî heman daxwaz hene. Di nameya ku her du lîder tên rexne kirin de wiha tê gotin," Bi sedan mirovên sivîl û zarok hatin qetilkirin. Çima medyaya Elmanya, hîn jî li hemberî van pêkutiyên rû didin bêdeng e?” Di nameyê de tê destnîşankirin ku Elmanya dewleta herî mezin a Ewropayê ye û wer berdewam dike: " Hûn siyasetmedarên girîng ên Ewropayê ne. Ji bo zarokên Kurd ên tên qetilkirin tiştekî bikin. Ji bo rawestandina van komên çete tiştekî bikin.” Zarokan ji Serokwezîr Angela Merkel re gotin, "Hûn jinek in. Divê hûn vê êşê baştir fêm bikin."
Umît Yalgin ê 6 salî ku di nav komê de cih digire, hestên xwe bi resm tîne ziman. Bi resma ku çêkiriye mirina dayikekê û zarokeke ku sêwî maye vedibêje. Yalgin bal dikişîne ser qetlîam û pêkutiyên ku rû didin.
ELÎ GULER / ANF/HAGEN