
Otobusa “Pirtûkxanye Ocalan-Ji Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî re azadî” tûra xwe ya Parîsê li Meydana Bastille bi dawî kir û berê xwe da paytexta Belçîkayê Brukselê.
Piştî ku li Meydana Bastilleyê belavok hatin belavkirin, otobusê berê xwe da Meydana Republiqueê. Li vir ji bo pêşwazîkirina otobusê mîtîngek bi pêşengiya Navenda ICvaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Parîsê û Tevgera Jina Kurd hat organîzekirin. hunermendên Tev-Çandê jî çalakgerên otobusê bi marşan pêşwazî kir. Li vir li ser navê çalakgeran Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Göksungur û Endamê Desteya Dîwana KCDK-E´yê Murat Ceylan ji xelkê re peyivîn. Herduyan jî got, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, tenduristî û ewlekariya wî neyê misogerkirin gelê Kurd wê her li ser piyan be û çalakiyan li dar bixe.
Otobus ji 9´ê Cotmehê ve tûra xwe ya Ewrûpayê dewam dike û îro jî wê li Brukselê be.
PARÎS