
Kurdistaniyan roja înê li ber avahiya Dîwana Dadê ya Navneteweyî ya li bajarê Laheyê dest bi çalakiyar greva birçîbûnê kirinbû, grev berdewam dike. Parlemtenterê Partiya Sosyalîst a Holandayê (SP) Harry Van Bommel piştgirî da çalakiya Kurdan.
Van Bommel piştî serdanê axivî û diyar kir ku ew û hempîşeya xwe Saadet Karabûlût, çûne serdana Amed û Dêrsimê û got; “Min ji nêzîk ve zest û îzolansyona li ser gelê Kurd dît. Van Bommel destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne û tecrîdek giran li ser Ocalan heye û diyar kir ku ev yek nabe siyaseta welatek ku bixwaze bibe endamê YE’yê.
Bommel diyar kir ku wana raporek der barê serdana xwe ya li Kurdistanê de amade kiriye û destnîşan kir ku ew ê vê raporê bikin pêşniyarpirs û pêşkêşê Parlementoya Holanda û Ewropayê bikin.
Meşa meşaleyî tê lidarxistin
Rojane bi sedan Kurd, şoreşger û demokratên Tirkiyeyê diçin serdana greva birçîbûnê. Meşa Kurdan dê îro danê êvarê bi beşdariya meşek meşaleyî ya bi boneya Newrozê bi dawî bibe û banga beşdariyê hate kirin.
ANF/LAHEY