Sekerterê Partiya Demokratîk a Kurd ya Suriyeyê (Elpartî) Nesredîn Îbrahîm qetilkirina Siyasetmedarên Kurd a li Parîsê wek li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurde bi nav kir û diyar kir ku karên bi vî rengî tu carî xebata Gelê Kurd ranawestînin. Her wiha Îbrahîm li ser navê Partiya xwe sersaxî ji gelê Kurd re rêkir û got :'' Em wek Partî demokratîk a Kurd li Sûriyêyê vê komkujiyê şermezar dikin. Em ji Hukmeta Fransî dixwazin ku bi karê xwe rabe û kujeran bigre dest û wan dadgeh bike. Ji ber ku berpirsyariya herî mezin ya wan e. Dubare em sersaxiyê ji Gelê Kurd û Malbatan re dixwazin''.
Îbrahîm wiha pê de çû: ''Bê guman bi destpêka xebata aştiyane ya Gelê rojavayê Kurdistanê de, dijberên Kurdan her dixwazin xebata li wir rawestînin. Ji ber kongreya ku ji alî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku li Fransa ji bo destekdayina rojavayê Kurdistanê hatibû li darxistin bersivandin''.
Wendahiyek mezin
Sekreterê Partiya yekîtiya demokratîk a Kurd a Suriyeyê (Yekîtî) Mihyeldîn Şêx Alî komkujiya Parîsê Şermezar kir û got: ''Bûyera ku li Parîsê pêk hatiye hema tu dikare bibêje ku dişibe bûyere Mîkonis a li Berlînê ku D. ŞerefKindî hate qetilkirin . Kuştina her sê hevalên me ne tenê di nav Kurdan li hemû cihanê bandor kir. Bi rastî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla wendahiyek pir mezine ji gelê Kurd re . Wendahiya herî mezine ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re. Wendahiyek mezin bû ji aştiyê re ji hemû aştîxwazan re. Bi vê bûyera Parîsê re 40 milyon Kurd xemgîn bûn. ''
Berpirs Fransa ye
Alî da zanîn ku hêzên dijberî Kurdan bi van bûyeran dixwazin Gelê Kurd ji xebatan dur bixin û du dilitiyê li ba Kurdan peyda bike. Alî wiha pê de çû:''Bi vî rengî dixwazin Kurdan bitirsînin. Yanî bi vê bûyerê dixwazin Kurdan bikin dû dilî. Lê dê bi van bûyeran nikaribin vîna gelê Kurd binbixin. Bûyera Parîsê bûyerek terorê ye. Le gelê Kurd wê bi van buyerên wiha bêtir xwe bihêz bike. Bêti r wê xwe bi rêxistin bike. Van hêzên qirêj û planger wê eşker bibin. Wek çawa berê bûyera qetilkirina Qasimo û ya şeref Kenî eşkere bûye. Hikûmeta Fransayê berpirsyarê bûyere ye. Ji xwe berpirsyarê bûyerê Hikûmeta Fransaye û hemû hêzên navnetewî ye. Ji ber ev bûyer xeteriya xwe li ser hemû Ewropayê heye. Gerek bidin dû ta ku bûyerê eşkere bikin, kujera bidin dadgeha navnetewî. Her wiha em wek Endamê desteya bilina a Kurd û endamên Desteya bilind û siyasetmedar em komkujiyê şermezar dikin''.
ANF/QAMIŞLO
Li Efrînê protesto
Gelê navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê bi meşekî girseyî komkujiya 3 siyasetmedarên jin ên Kurd şermezar kir. Li Qamişloyê jî Yekitiya Star ji bo bîranîna her sê şoreşgeran civînek hate li dar xistin.
Li navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê meş ji ber depoya avê destpê kir û li ber mala gel a navçeya Cindirêsê bi dawî bû. Di meşê de komkujiya Parîsê hat şermezar kirin û kesên ku destê wan di vê komkujiyê de heye hate nelet kirin.
Kesên di meşê de van pankartan rakirin "Xebata ve îsrara azadiyê ye", "Hikûmeta Fransayê hevkerayê vê komkujiyê ye heya derxistina kujeran". Di meşê de ji dewleta Fransayê hate xwestin ku di demek a din zutir buyerê ji raya giştî re ronî bike. Endamê TEV-DEM Ebdulezîz Mîrza xîtabî meşvanan kir û wiha axivî: “Em vê komkujiya hovane şermezar dikin û daxwaza me ji hikûmeta Fransa ewe ku komkujiyê ronî bike, ger rastiya vê buyerê dernexe holê ew rejîma Tirkiye re hevkarê komkujiyê ye.”
Li Qamişlo bîranîn
Yekitiya Star li bajarê Qamişlo di navenda ciwanan de civînek ji bo şermezar kirina komkujiya Parîsê li hemberî sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, her wiha ji bo salvegera Yekitiya Star lidarxist. Bi dehan kes tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endama kordînasyona Yekitiya Star Îlham Ehmed li ser kesayeta Sakîne Cansiz û dîroka têkoşîna wê ya di nava rêxistinê de rawestiya. Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de komkujî rawe kir û wiha axivî: "Ji milekî ve piştî salekî zêdetir hevdîtin bi rêberê gelê Kurd re pêk hatin û di dema hevdîtinan de ev komkujî di welatekî herî zêde nêzî demokrasî û azadiyê ye, ji ber xwe ve pêk nehatiye.”
Her wiha Ehmed şert û mercên ku Yekitiya Star tê de hatiye avakirin jî bi bîranî û vê peyamê da: "Pergala ku bingeha xwe ji hebûn û vîna gel digre binketina wê nîne û kombûna jina Kurd li derûdora Yekitiya Star rastiya vê yekê hîn baştir dide raber kirin."
EFRÎN/QAMIŞLO
Bi meşê tevkujî şermezar kirin
Qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin li başûrê Kurdistanê jî tê protestokirin. Li navçeyên Pencewîn û Debendixan Kurdan meşek li dar xist.
PJAK, Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê, Meclisa Jinan a Azad, PÇDK û Tevgera Welatiyên Wekhev û Azad bi hevre meşek li dar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku demildest cînayet ronî bibe.
Di çalakiyê de di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku careke din hatiye dîtin ku serdestên cîhanê li dijî îradeya gelê Kurd êrîşan pêk tînin. Her wiha hat gotin k udi esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî heman hêz berpirsyarin.
Di daxuyaniyaku hat dayîn de wiha hat gotin: “Ev hêzên ku gelê Kurd bi terorîzmê sûcdar dikin tu carî ne ligel çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk in. Dewleta Tirk aliyekê behsa çareserî û diyalogê dike û li aliyê din jî li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha li Ewropayê ku qaşo cihê hewandina şaristaniyane li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Di vê êrîşê de ligel ku teqez tiliya Amerîka û hêzên paşverû yên navnetewî têde heye, berpirsyariya yekemîn ya Tirkiyeyê ye. Heval Sakîne damezrînera PKK û pêşenga tevgera azadiya jinê bû. ji ber vê hatiye plankirin û hilbijartin. Bi vê komkujiyê re hatiye xwestin ku peyamê bidin aliyê tevgera azdiya Kurd. Em jî vê ji hêzên navnetewî re dibêjin. Ev tevgera azadiyê ya ku di nav gel de hatiye bicihkirin dê tu carî têk neçe. Em wekê gelê Kurd şehadeta Dr. Qasimlo jî ji bîr nakin. Banga li hemû çapemeniya Tirk û ya cîhanê ye. bila nûçeyên ku gelê Kurd biçûk dixîne neweşînin.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Şehîd Namirin, bimirin bin kujer’ bi dawî bû.
SILÊMANÎ