Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî axaftin hate kirin û bal hate kişandin li ser girîngiya ziman di vê pêngava dîrokî de. Piştre Hevsera helbestvanê Kurd Arşev Ozkan Leyla Ozkan axivî. Ozkan, bal kişand ser xebatên Arşev Oskan a ji bo zimanê Kurdî. Piştî axaftinan, bawername li 70 xwendekarên ku dewreya ziman qedandibûn hate belavkirin. Dewreya zimanê Kurdî ya Şaxa Serêkaniyê ya PDPKS’ê bi navê helbestvanê Kurd Arşev Ozkan hatibû despêkirin, du mehan domkir.
ANHA/SERÊKANIYÊ