Yek ji damezrînerê Weşanxaneya Hîva Ridvan Polat diyar kir ku ji bo pergalek perwerdeyê ya ekolojîk û ne zayendperest dixebitin.
Dewleta Tirk daxwazên ji bo perwerdeya zimanê dayikê bê bersiv dihêle, civak jî derfetên xwe bikar tîne. Weşanxaneya Hîva ku li Amedê ji aliyê 4 kesî ve hat avakirin, ji bo zarokan pirtûkên Kurdî diweşîne û hedef dike ku çanda bi zimanê dayikê xwendinê pêş bixe.
11 pirtuk hatin weşandin
Weşanxaneya ku bi şîara ‘Zarok vejîna ji nû ve ya ziman in’ ji bo zarokan xebatan dimeşîne navê xwe ji Soranî ku tê wateya hêvîyê digire. Hewcedariya zarokan di mijara perwerdeyê de pêk tîne. Weşanxaneya ku di havîna 2014’an de dest bi weşanê kir û heta îro 11 pirtûk weşandin niha bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî weşanê dike û di demek nêz de wê bi hemû zaravayên Kurdî pirtûkan çap bike. Pirtûk û çîrokên ji aliyê weşanxaneyê ve tên amadekirin eleqeyek mezin dibîne.
Ji zarokên Rojava re jî tê şandin
Pirtûkên ji zarokên Kurd ên li Stenbol, Enqere, Wan, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Çewlîk, Îdir û gelek bajarên din re tên şandin, ji aliyê gelê Kurd ê li Elmanya, Fransa û Swîreyê ve jî eleqeyek mezin dibîne. Weşanxaneya ku zarokên Rojava jî ji bîr nake niha ji bo zarokên Rojava yên li Pirsûs û Êlihê dimînin jî pirtûkan dişînin.
Pirtûkên Hîva di heman demê de li kreşên şaredarî û saziyên perwerdeyê yên Amedê jî tên xwestin. Weşanxane di demek nêz de wê ji bo piştgiriya perwerdeyê 9 materyalên nû pêşkêş bike.
Ji bo perwerdeya ekolojîk
Yek ji damezrînerê weşanxaneyê Ridvan Polat da zanîn ku wan perwerde veguhertine rewşek bi kêf û coş û hedefa wan ev e ku bi awayekî herî baş zimanê dayikê bi zarokan bidin fêrkirin. Polat destnîşan kir hedefa wan ev e ku li gorî çanda Kurdan perwerdeyê bidin û got: “Me ji bo pergaleke perwerdeyê ya ekolojîk û ne zayendperest xebat meşand. Perwerdeya zimanê dayikê pirsgirêka hebûna neteweyî ye. Tinebûna ziman tê wateya tinebûna gel.”
ANF/AMED