Duh li Ofîsa Meclîsa Gel a Rojava ya li Silêmaniyê saet di 12.30'an de bi armanca alîkariya gelê Rojava civîneke çapemeniyê pêk hat. Di civînê de PJAK'ê 100 hezar dolar pêşkêşî Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê kir. Di civînê de PJAK'ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava careke din diyar kir. Nûnera PJAK'ê Şemal Beşîrî di civînê de axivî û wiha got: "Nêzî meheke me li Rojhilat û Başurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo gelê Rojava 100 hezar dolar hate komkirin."

Beşîrî, diyar kir ku tenê daxuyanî na divê hemû partî û kes bi awayekî pratîk alîkariyê ji bo Rojava kom bikin. Beşîrî, helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya deriyên sînor ên Rojava girtî jî rexne kir.
Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê yê Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Reşo ji ber meşandina kampanyaya alîkariyê spasiyên xwe pêşkêşî PJAK’ê kirin.

ANF/SILEMANÎ