Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser avabûna Meclîsa Damezrîner a ji bo Rêveberiya Demkî ya rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku ev pêngav ji bo rizgarî û bidestxistina hemû mafên gelê Kurd qonaxeke girîng e. Di daxuyaniya PJAK’ê de wiha hat gotin: “Em vê pêngavê di serî de li hemû gelê xwe bi taybetî gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê û hemû cangoriyên ku pêşengtiya vê tekoşînê kirine pîroz dikin. Em li pêşberî van serketin û destketiyên wan ên dîrokî bi rêzdarî bejna xwe di tewînîn.”

Koordînasyona PJAK’ê diyar kir ku bi vê pêngavê re careke din derketiye holê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tekoşîna gelemperiya Kurdistanê rola pêşengiyê dileyze û di warê birdozî û siyasî de çareseriya pirsgirêka Kurd di nava raya giştî ya cîhanê de derxistiye asta herî bilind.
PJAK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Vê şoreşê raxist pêş çavan ku gelê Kurd pişt dide hêza û vîna xwe. Her wiha diyar dike ku dê bikare bingeha azadî û mafên xwe bi dest bixe. Her çend hin aliyan bi nûçeyên nerast û dijminatî xwestin şoreşa Rojava bi xirabî bidin danasîn jî  berxwedan û şoreşa Kurdan diyar kir ku Kurd li bin nakevin û bingehê serkeftina Kurdan di vê şoreşê re derbas dibe. Bi tekoşîn û berxwedaneke bê hempa re ev hemû êrîş û polîtîkayên dijminane hatine pûçkirin.”
Koordînasyona PJAK’ê li ser vê esasê piştgiriya xwe ji bo pêngava ji bo Rêveberiya Demkî ya rojavayê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ew amade ne di vî warî de bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. PJAK’ê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em hêvîdarin ku ev şoreş dê ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê bibe bingehek û hemû gelê me li dora vê şoreşê bibe ye.”

ANF/BEHDÎNAN