Pirtûka ‘Ji PKK’ê heta KCK’ê, Werçerxên Tevgera Rizgarîxwaza Kurd’ bi semînerekê hate belavkirin.

Li Navenda Xezelnûs a li Silêmaniyê ji bo belavkirin û nirxandina Pirtûka ‘Ji PKK’ê heta KCK’ê, Werçerxên Tevgera Rizgarîxwaza Kurd’ semînerek hate organîze kirin. Pirtûk ji aliyê Nivîskar Şivan Seîd ve hatiye nivîsandin. Li Brîtanyayê bi zimanê Ingilîzî hatiye çapkirin û ji aliyê Dara Subhan ve ji bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Naveroka pirtûkê li ser tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, ji PKK’ê destpê dike heta KCK’ê.

Di destpêka semînerê de Nivîskar û Mamostayê Zanîngehê Hevjîn Mela Emîn bi navnîşana ‘Çend nihêrînên giştî li ser tevgera civakî di nava civaka Kurd de’ mijarak pêşkêş kir. Hevjîn Mela Emîn bal kişand ser tevgerên civakî yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku gelek dûr e ku partiyên Herêma Kurdistanê bikarin tevgerekî civakî pêk bînin.

Piştre jî nivîskar Emsur Teyfûrî got, forma ku modernîteya sermeyedariyê bi navê dewletê pênase dike, formeke şikestî ye û jiyanek baş neaniye.

 

ROJNEWS /  SILÊMANÎ