Piştî kuştina siyasetmedarê Kurd Mîşeal Temo, meclîsên gel ên Rojavayê Kurdistanê banga “nekevin provakasyonan” li gelê Kurd kir. Di daxuyaniya hevbeş a ji aliyê meclîsên gel ên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê ve hate dayîn de hate diyarkirin; “Hin hêzên xêrnexwaz dixwazin rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi bar bînin û banga hişyariyê li gelê Kurd kir.
Di belavok de wiha hate gotin; “Divê gelê me nekeve lîstokên xêrnexaz, partî û rêxistin dixwazin rewşa aloz a li Sûriye û Rojavayê Kurdistan ji bo berjewndiyên xwe yên teng bi kar bînin û herêmê ber bi şerekî qirêj ve bikişînin.”

Di belavokê de bang li gel hate kirin û wiha hate gotin; “Em bang li gelê xwe û bi taybet li ciwanên xwe dikin ku bi hestyarî û hişyarî tevbigerin û nebin amûra kesên dixwazin van tevlîheviyan bikin. Divê li hemberî dîrokê berpirsyartiya xwe pêk bînin û tenê li ser parastina gelê xwe baldar bin.”

ANF/QAMIŞLO