Di wêjeya hemû gelan de çîrok û jiyna li welatê biyanî bala niviskaran kiṣandiye. Di vî warî de yê me Kurdan jî hê taybetiyeke me ya xwe rû heye. Gelek mijareyên ku dikane bi sedan romanan re bibe babeta sereke, hene. Gelek serok û navdarên me jî li welatên biyanî jiyana xwe ji dest dane, Bi awayê amadekirina fîlmên polîsîye hatine revandin. Ji wê ev berhema birêz Ausländer Helîm di vî warî de gaveke pêwist e.
Hima bigire hemû niviskarên cihanê ji mînakên jiyana xwe dest bi nivisandinê kirine. Wek mînak: Eger Helim Yûsiv li welêt mayîba, neketiba tora xerîbiyê û nebûba biyaniyê welatekî rojava wek Almanya, meya Ausländeriyê venexwariba, dê di fikra wî de li ser jiyana pênaberan nivisandin jî pêknehata, yan jî vê mijarê hîç bala wî nekiṣanda.
Her çendî wêjeya Kurd ya nivisandî li dervayî welêt, li welatê xeribiyê jî pel vedabe, ev cara yekem e ku di berhemekê de bi çîrokên cûda bi her aliyê ve, ango bi aliyê erênî û nerênî ve kêṣeya pênaberiyê tê nirxandin.
Berhem bi zimanekî gelek hêsan, herikbar û tê fêmkirin hatiye nivisandin. Ji berku tevahiya kurteçîrokên di berhema Helim Yûsiv a bi navê Ausländer Beg“ de li ser pênaberên li Ewropayê ye, dibe ku bi hin xwenêran wek xwe carandinê jî were dîtin, Lê gava mirov dixwîne, carnan bi rewṣ û halên wan dikene, carnan bi pênaberan re xemgîn dibe û carnan jî ji ber bêdadiya bi dadgehên pênaberiyê re têkildar matmayî dimîne. Lê ev jî rastiya pênaberiyê ye. Di nava kurteçîrokên HelîmYûsiv ê di bin navê „Ausländer Beg“ de hatiye weṣandin de gelek wêneyên xwerû yên rêya ramandinê vedikin, hene. Li gel wê bêçaretî, bê xwedîtî, bê derfetî û periṣaniya niviskariya Kurd, ya ne bi aliyê Kurdan ve, ne jî bi aliyê saziyên Ewropayî (Swêd ne têde) ve tê nasîn jî gelek baṣ dibîne, ev jî rastiya me Kurdan li ber çavan radixîne.
Çend hevokên balkêṣ ji çîrokan
Dîwarên Asê: „Gotinên dawî ji hevoka mêrik wekî guleyên dawî yên ku li laṣekî kevin, hatin guhê wî.“
Mêrên du Jinan: „Bi hestên bûkekê lerizî ku ji ṣeva ewil ditirse, li derî dixist û diricifî!“
Ausländerê Ker: „Ez tiṣtekî fêm nakim. Ez ne henekan dikim ha, bi Xwedê tenê terî ji min kêm e.“
Xwedî namûs û kultur e: „Namûs û kultur ew e ku mirov xwe biguhere û di dema xwe de bijî.“
Welatparêz: „Heta ez wî kîsê wî yê çopê nexînim serê wî, ew nabe welatparêz.“
Nexweṣ e: „...lê ez nizanim van mîratên gotinan bi hev ve bizeliqînim ha!“
Cihekê ji xwe re dibîne: Zagon di destê eskeran de bûbûn kerê nizm. Her ku dixwestin lê siwar dihatin û diajotin ser xelkê.“
Demoqrat û entelektuel e: „Di ber xwe de jî, teṣiya kul û derdên xwe, ji dil dirêsa!“
Dibe Xwediyê Bankeke: „Lê mîna ku mirov li ser benîṣtek rûne û bike neke, nema ew beniṣt xwe ji cilên wî berde, bîranînên wî jî wisa bûn.“
Çend rexne:
Weṣanxaneyê di serê hemû çîrokan de heman wêne bikaraniye, ev ne baṣ e. Bêguman ev kêmasiya weṣanxaneyê ye. Weṣanxaneyê dikanî, ji bo her mijareyekê wêneyeke cuda yê têkildar bikar bianiya.
Divîbû lîseteya naverokê, ango lîsteya navên çîrokan di rûpelên pêṣiyê de bihata danîn, lê xûyaye ku weṣanxaneyê ev cidî negirtiye.
Mirov bi hêsanî têdigihîje ku vê mijareya pênaberiyê bandoreke çawa nerênî li giyana niviskar kiriye. Lema di nava çîrok û hevokên çîrokê de behntengiya wî xuya dike.
Nasnameya berhemê
Navê pirtûkê: Ausländer Beg
Niviskar: Helîm Yûsiv
Berhem di meha ku kew lê tê çêrandin ango cotmeha sala 2011 de li Amedê ji weṣanên LIS derketiye.
Li ser bergê pêṣiyê keṣtiyeke pêneber tijî di tariya ṣevê û ronahiya stêrkan de li ser zeryayê dikiṣe. Bergê paṣiyê jî reṣ û paragrafek ji çîrokekê heye.
Ji qelema Ausländer Helim Yûsiv Ausländer Beg