Carinan bi qasî ku em nikaribin xeyal jî bikin, qeşa û nexasim jî qeşaya daimî (permafrost) bi kêra me tê ku em dinyayê, jiyanê û ne xasim jî hin cûreyan nas bikin. Caniyeke du mehî ku beriya bêhtirî 30 hezar salan li Sîberyayê dikeve nav heriyê de, ji ber ku êdî ev qeşa hêdî hêdî dest pê dike dihele, derkete holê. Ev caniya hanê kevintirîn bermahiya ku bedena wê parastî ya ji cûreyên hespan e. Çermê wê, pirça wê, simên wê hîna bi rehetê xuya ne û tên nasîn; ji bilî van pirçên bi ser nenûkên wê de xwe berdidin jî xuya dibin.

Hasil, laşê vê canîka ji beriya bêhtirî 30 hezar salan mayî, di kratera Batagaika de hatiye dîtin ku 100 metroyan kûr e. Di nava wê heriyê de weke mûmyayekê tevî qeşaya daimî hatiye parastin. Tevî ku roja me ya îro jî hespên kovî li Yaqûtistanê hene, ev ciwanîka hanê ji binecûreyekî ye ku îro êdî qeliyaye û ew bi navê Hespên Lena (Equus caballus lenensis) tên nasîn.

Di vê qeşaya daimî ya li Sibîryayê heta niha gelek heywanên din jî hatine dîtin; weke bîzomekî 9,000 salî, ciwanîkeke kerkedanan a 10 hezar salî, çêlîkeke şêrekî yan jî werşeqekî 40 hezar salçî ku navê Lyuba lê hat kirin, hinek ji van in.

Lê sala 2016´an tiştekî bi rastî ne ewqasî baş jî qewimî. Kokên şaneyên bakteriyên nexweşiya Şarbonê jî ji ber hewaya zêde germbûyî piştî bi 75 salan dîsa sax bûn û 2 hezar gakovî û bi dehan mirov nexweş xistin.

 

MOSKOV