Ebû Mihemed ê ji gundê Hawî Hewa yê Reqayê, çeteyên DAIŞ`ê bi hinceta ku dema motor diajot, cilên wî rabûn jor, bi hovîtî êşkence lê kirin.
Ebû Mihemed (71) beriya bi şeş mehan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû girtin, derbarê kiryarên çeteyan li herêmê axivî û got: "Çeteyên DAIŞ`ê ku derbasî herêman dibin, hemû jiyana wan deran serobînî hev dikin. Destwerdanên çeteyan li ser her niştecihî hebûn. Heta wê astê ku çeteyan simbêlên mêran radikirin û li ber çavên hevjînên wan heqaret û êşkencê li wan dikirin. Her wiha hevjînên wan jî dibirin “El-Hesbê” û ew êşkece li wan jî dikirin”.
Ebû Mihemed ê şopa êşkenceyê hîna li ser laşê wî diyar e di derbarê egera girtina xwe de got: ”Bi hinceta ku dema min motor diajot cilên min hinekî rabibûn jor, ez girtin û birim navenda bi navê”El-Şeriya”. Li vir çeteyan gelek êşkece bi awayekî hovanê li min kirin û hikmê serjêkirinê li min birîn. Lê piştî ku şêniyên gundê me, li dijî vê yekê derketin çeteyan dev ji min berda."
Em êdî azad in
Ebû Mihemed diyar kir ku hemû dizên bajêr tevlî DAIŞ`ê bûne û got: "Van dizan ji gel dixwestin ku ji wan re 'Mele' were gotin. Lê van kesan eraq vedixwarin û çav diberdan jinan. Lê niha em ji qirêjiya DAIŞ`ê rizgar bûn, em bi azad tevdigerin û bi jin û xizmên xwe re bê tirs rûdinin”.
EKREM BEREKAT / ANHA/REQA