FÎDH û Kînyatê li ser qirkirina Êzîdiyan a li Şengalê got, çeteyên DAÎŞ‘ê yên ji welatên Ewrûpayê çûne, dema ku vedigerin ji ber sûcdariya ‘terorîzmê’ tên darizandin lê divê ji sûcê qirkirinê jî werin darizandin.
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û saziya civaka sivîl a bi navê Kînyatê got, çeteyên ku li Şengalê Kurdên Êzîdî qir kirin ne tenê ji terorîzmê her wiha divê ji qirkirinê jî werin darizandin.
Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku Tebaxa 2014’an li Şengalê dest bi qirkirina Êzîdiyan kirin, ji gelek welatên cuda hatin.
Saziyên bi navê FÎDH û Kînyatê daxuyaniyek dan û xwestin, çeteyên ku tevlî vê êrîşa qirkirinê bûne ji aliyê welatên ku jê hatine bên darizandin.
Her du saziyan li ser qirkirinê raporek weşandin û bi bîr xistin, piştî ku Mûsil meha Hezîranê ya 2014’an kete destê çeteyan, li dijî Êzîdiyan êrîşa qirkirinê dest pê kiriye.
Paqijiya etnîkî û olî kirine
Di raporê de hate ragihandin, çeteyên DAÎŞ‘ê li herêmê paqijiya etnîkî û olî kirine û li ser mêrên Êzîdî ferz kirin ku ya bibin Misilman, ya jî bên kuştin. Di raporê de hate gotin, jin û zarokên Êzîdî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û gelek zarokên mêr ên Êzîdî li Sûriyeyê li kampên çeteyan bi îdeolojiya wan a radîkal hatine perwerdekirin.
Sûcên sîstematîk
Raporê diyar kir, bi hezaran jinên Êzîdî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, mîna koleyan hatin firotin û destnîşan kir ku ev sûc hemû sîstematîk hatine kirin.
Patrîck Baûdoûîn: Ne êrîşeke ji rêzê ye
Serokê Rûmetî yê FÎDH’ê parêzer Patrîck Baûdoûîn rapor eşkere kir û got, qirkirin ne êrîşeke ji rêzê û kêmdîtî ye.
Baûdoûîn da xuyakirin, çeteyên ku tevlî êrîşa qirkirinê bûne divê teqez werin darizandin û bang li welatan kir, ji bo darizandina çeteyên çûne nava DAÎŞ‘ê, bikevin nava hewldanan. Baûdoûîn anî ziman, piraniya çeteyên cihê xwe di nava êrîşên qirkirinê de girtine û ‘jê sûd wergirtine’ ji 33 welatan hatine ku piraniya wan welatên Rojavayî ne.
Hevpeyvînên bi jinên Êzîdî re
Di rapora FÎDH û Kînyatê de, hevpeyvîna bi hin jinên Êzîdî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin jî hate weşandin. Jinên Êzîdî gotine, di nava çeteyên ku bazirganiya koleyan dikir de, welatiyên Siûdî, Lîbya, Lubnan, Urdun, Yemen, Fîlîstîn, her wiha Elman, Fransayî, Emerîkî û Çînî jî hebûn.
2 hezar û 500 jinên Êzîdî nekarî vegerin
Serokê saziya Kînyatê Bahzad Fahran jî diyar kir, 3 hezar jinên li Şengalê revandine û birine Sûriyeyê. Fahran got, bi giştî 6 hezar û 800 jinên Êzîdî hatine revandin, lê belê tenê 4 hezar û 300 ji wan reviyane ya jî di berdêla fîdyeyê de sebest bûne.
Divê ji sûcên qirkirinê werin darizandin
Di civînê de ku rapora FÎDH û Kînyatê lê hate eşkerekirin, hate bibîrxistin ku çeteyên DAÎŞ‘ê yên ji welatên Ewrûpayê çûne, dema ku vedigerin ji ber sûcdariya ‘terorîzmê’ tên darizandin.
Rêveberên FÎDH û Kînyatê gotin, darizandina çeteyan tenê ji ber terorîzmê têrê nake û bang kirin, ji bo ev çete di heman demê de ji ber sûcê ‘qirkirinê’ jî werin darizandin.
Nadîa Mûrad li Qesra Elysee bû
Roja ku rapor hate eşkerekirin, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîa Mûrad ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ve li Qesra Elysee ve hatibû pêşwazîkrin. Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee ya piştî vê serdanê, hatibû gotin ku Fransa ji bo sûcên li dijî mirovahiyê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin bê ceza nemînin, bi berpirsyarî radibe.
Li gorî daxuyaniya bi navê Serokkomar Macron hate kirin, 100 jinên Êzîdî yên ji zilma DAÎŞ‘ê rizgar bûn û hîn li kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê ne, wê li Fransayê bên qebûlkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN