Qubadî got, "Birêz Rûhanî hînê afîşên we yên propaganda hilbijartinê ji dîwaran nehatibûn xwarinê, lê nûçeya darvekirina ciwanên bê tawan ên wî welatî girnijîna xweşiyê li ser lêvên xelkê dizî û ji hemû sozên we bêhêvî bûn. Darvekirinên dawî li Îranê dilê gelê Kurdistanê bi êş û keseran dagirt û birînên ji girtîbûn û îşkenceyê vekirin.
We hînê duh bi dengekî bilind digotin, "hêviya me; bila Îraneke bê zîndan be", lê wer xuyaye ev zîndan ne bi azadiyan lê bi darvekirinan bi dawî dibin.
Gotinên we jî, mîna gotinên beriya we, gotinên vala û propaganda bûn ku we bi hestên paqij ên gelên Îranê lîstin.
Ji we hêvî dikim ku tavilê dawî li darvekirinan bînin û bi adîlane nêzî girtiyên siyasî bibin. Li Îranê paşerojeke tarî ya bi dijwarî û darvekirinan, neafirînin.
Lê eger hûn bi dewamî van bikin, dê tevgera çirûska têkoşînê li kolanên Kurdistanê û bajarên din ên Îranê ji nû ve gur bibe û dê veguhere gopalekî ku desthilatdarî û mejiyê we yê tarî parçe bike."
Rejîma Îranê, di 26'ê Cotmehê de girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî û di 4'ê Mijdarê de jî Şêrko Maarfî bi darve kiribû.
TEHRAN