Ahmet Turk: Heger Ocalan îro ne di tecrîdê de bûya, pêvajoyeke aştiyane wê li Rojhilata Navîn bi pêş biketa. Ev jî wê bibûya sedem ku gel hevdû hembêz bikin û dijminatiya hev nekin.

AHMET KANBAL / MA /MÊRDÎN

Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk beriya bi 5 salan li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir, li ser tecridkirina Ocalan û rewşa dawî peyivî. Turk destpêkê bal kişand ser helwêsta CPT û Ewrûpayê û got, “Bêdengiya CPT, Ewrûpa û Cihanê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku demokrasî çiqas bi paş ve ketiye. Ji bo şikandina tecrîdê divê her demokrat li dijî tecrîdê nerazibûnê nîşan bide.“

Bi salan e têdikoşe

Ahmet Turk, hevdîtinên Ocalan û dewletê yên berê jî nirxandin û got, “Hevdîtin bi awayekî resen bi civakê û raya giştî re parve dikirin. Ocalan pirr hesas nêzîk dibû. Di hevditina ewil de got, ‘Bi salan e em têdikoşin. Demek dirêj e ji bo ev pêvajo vegere pêvajoya aştiyê û pirsgirek bi rêyên diyalog û demokrasiyê çareser bibin, ez hewl didim. 1993’an me agirbest îlan kir. Me wê demê biryar da.’ Ocalan helwêsta xwe ya li hemberî çareseriyê wiha anîbû ziman.”

Hikûmet û dewlet tirsand

Turk, bibîr xist ku teqez planên dewletê yên A, B, C hene û wiha pêde çû: “Bi qasî ez dibînim, hem rewşa Tirkiye, hem jî daxwazên Kurdan ên mafê azadiyê bi awayekî xurt derketiye holê. Ji ber ku gavên bihatina avêtin wê li xêra Kurdan bi pêş biketana, vê yekê hikûmet û dewlet tirsand. Ji ber vê yekê dawî li pêvajoyê anîn. Cesaret nekirin. Piştî vê yekê plana duyemîn a zext, tundî û parçekirinê xistin meriyetê. Heta ji destê me hat, me piştgirî da pêvajoya aştî û çareseriyê. Îro jî Kurd ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û bi israr in.”

Zext wê bi dawî bibin

Turk destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan bêhiqûqî ye û got, “Li ti devera dinyayê tecrîdeke wiha nehatiye dîtin. Ji 3 salan zêdetir e ku bi malbata xwe re hevdîtinê nake. Ev ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê û ne jî li gorî rêgezên navneteweyî ye. Bêdengiya CPT a li dijî tecrîdê dinyayê bêdeng dike. Dike ku Ewrûpa bêdeng bimîne. Ev bêdengiya li dijî tecrîdê jî dide nîşandan ku demokrasî çiqas bi paş ketiye. Divê her kes ji bo demokrasiyê refleksê nîşan bide. Niha li her deverê li dijî tecrîdê çalakî hene. Helbet rojekê wê ev siyaseta zextdar bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê li dijî tecrîdê hêrsa herî mezin bê nîşandan.”

Ocalan şensek e

Turk, di dawiyê de got, “Divê du alî li meselê bê nihêrîn. Hingê, hevdîtina bi Ocalan re wê ji bo gelan baş be. Ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo Tirkiyeyê jî baş be. Ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve, ev weke şans hat dîtin. Lê nêrîna nijadperest û netewperest tiştekî pirr cuda tîne rojevê. Ji ber vê, Birêz Ocalan, heger îro ne di tecrîdê de bûya, pêvajoyeke aştiyane wê li Rojhilata Navîn bi pêş biketa. Ev jî wê bibûya sedem ku gel hevdû hembêz bikin û dijminatiya hev nekin.”