Di warê wêjeyê de sê pirtûkên helbestan “Janya” , “Mexzena Xwînê”, “Diêşiya” û şanonameyek a bi navê “ Di Tiwaletê De” derxist. Di warê teoriyê de jî pirtûkên “Ji Şevê Re”, “Çîrûskîzm” û “Wêjeya Kurmancî” nivîsandin. 


Romana wî ya ewil e

“Spîtama” romana wî ya ewil e. Spîtama yek ji navên Zerdeşt e. Roman ji 246 rûpelan pêk tê û beşek ji romana Spîtama wiha ye:” “Xweda azadî ye Maîdyo. Tu yê bibînî em ê dinyayê ronî bikin Maîdyo! Em ê neheqî û koletiyê ji holê rakin Maîdyo! Em ê mija reş û tarî ya ku xizan û hejar fetisandine gişî têk bibin Maîdyo! Tu yê bibînî delalê min, em ê jiyanê ji koledar û zaliman, ji hesûd û çavbirçiyan, ji gur û keftaran, ji mar û şarmaran rizgar bikin û jiyaneke ronî ava bikin Maîdyo! Jiyaneke ronî û biriqî û azad û serbilind biqasî Xwedê û agirê wî. Tu yê bibînî delalê min, rojekê dinya wek ava vî çemî û wek ewrên spîboz ên vî ezmanî wê zelal bibe Maîdyo! Lê divê berê em bawer bikin, ger em bawer nekin tarî û xerabî wê dilê me bikuje û bixwe, ji bîr meke Maîdyo tu dil di tariyê de şîn nabe, mezin nabe. Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan! Xweda ronahî ye Maîdyo, em çirûskên wî!” 
“Heta mirinê Spîtama, heta mirinê!” 


 AMED