Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Andrew Gardner der barê OHAL’ê de axivî û diyar kir ku anîna OHAL’ê dê mafên mirovan û azadiyê binpê bike û aşkera kir ku derxistina dema binçavkirinê ya 30 rojî dê bi xwe re kîjan binpêkirinên mafan bîne ne diyar e. Dîrektora HRW’yê Emma Sinclaîr-Webb, têkildarî biryarnameya ku bi OHAL’ê re derket daxuyaniyekî nivîskî weşandin û ev tişt hat gotin: “Bi vê biryarnameyê re dê ji cematê wêdetir hemû kesên muxalîf bibin hedef û zerar bibînin.” 

Piştî hewldan derbeyê ji hêla hikûmetê ve OHAL hat îlankirin û bi rewşa awarte re binpêkirinên maf û azadiyên li Tirkiye û Kurdistanê di asta herî jor de ne. Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Andrew Gardner der barê geşedanên dawî, rewşa OHAL’ê û binpêkirinên mafan de ji DÎHA’yê re axivî.




Binpêkirin û îşkence asayî bû


Gardner bi lêv kir ku bi îlankirina OHAL’ê û dirêjkirina dema binçavkirinê ya 30 rojî dê bi xwe re çi pêkanînê derxisn holê ne diyar e û ev tişt got: “Ev binpêkirina mafên darizandina adîl e. Dê di van rewşan de çi pêk bê ne diyar e.”

Gardner bi bîr xist ku bi dirêjkirina binçavkirinê ya 30 rojî re dê êrîşên zayendî jî zêde bin û wiha axivî: “Divê dema mirov hatin binçavkirin, agahî bidin malbatên wan. Di xwe gihandina parêzer û baroyan de pirsgrêkên cidî derketin holê. Di gelek vaqayan de jî li van mafan re riyayet nehat kirin.”
Gardner aşkera kir ku heta salên 2000’î jî agahiyên îşkenceyê dihatin, piştî pêvajoya çareseriyê ev kêm bûne, lê bi qedandina pêvajoya çareseriyê re dîsa di îşkenceyê de zêdebûneke cidî xwe daye der û bi qedexeya derketina kuçeyan re ev di asta herî jor de xwe dane nîşan.




Hikûmet li dijî îşkenceyê bê deng e


Gardner got “Li dijî ew qas îşkenceyên ku pêk tên, bêdengiya hikûmetê sedema fikaran e” û wiha pêde çû: “Ev rewş jî dide xuyakirin ku dê di rojên pêş de çi pêk bên. Bi taybetî di bin çavan de îşkence û muameleya xirab pêk tê, di vê der barê de xebatên Rêxistina Efûyê nû di qada navneteweyî de hatin destpêkirin.”




‘Mafê hevdîtinê yê herî rewa ye’


Gardner herî dawî destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî li dijî hiqûqê ye û piştrast kir ku wekî hemû hikumxwaran mafê hevdîtinê divê ji bo Ocalan jî bê sazkirin.


HRW: Dê herkes bibe hedef

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), têkildarî rewşa Tirkiyeyê û bi îlan kirina OHAL’ê re biryarnameya ket dewrê li ser malpera xwe daxuniyekî nivîskî ya ku rewşê rexne dike weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî îlan kirina OHAL’ê Biryarnameya Hikmên Qanûnan bi hezaran klînîk, dersxaneyên taybet û gelek sazî hatine girtin û her wiha di daxuyaniyê de cih ji nêrîna dîroktorê HRW’ê yê Tirkiyeyê Emma Sinclaîr-Webb jî hat veqetandin. 




‘Beyî lêpirsîn ji kar avêtin’
Li gorî daxuyniyê bi hezaran karkerên cemaweriyê beyî ku di lêpirsîn re bê derbas kirin, bi hincetên têkiliya wan bi cematê re heye ji karê hatin dûr xistin. Di daxuyaniyê de dema binçavkirinê ya 30 rojan û mafê axaftinê yê taybet ê binvça kirinê yê bi parêzer re jî hatiye astengikirin, ev yek jî hat nirxandin û hat gotin ku ev yek li gorî qanûnên mafên mirovan e. Sinclair-Webb bal kişand ser mijara biryarnameyê û aşkera kir ku bi hezaran karkerên cemaweiyê beyî ku bên lêpirsîn kirin, ji kar hatine avêtin û wiha hat gotin: “Ev biryarnameya ewil a 15’ê Tirmehê ya hewldana darbeyê ji bilî hesabê rewa bê dayîn ketiye pêşberî her tiştî. Bi vê biryarnameyê re ji bilî cematê dê hemû kesê muxalîf bibin hedef.” 

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Li gorî mevzuatên mafên mirovan ên Ewropayê ev biryara pêvjoya binçavkirinê li dijî qanûnan e. Dibe ku bi vê biryarnemyê re gelek kes di binçavan de hemû mafên wan ji destê wan bê girtin. Dê mafê parastinê jî bê bin pê kirin.” 


 STENBOL