Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) bi beşdariya 40 saziyên Kurd, Tirk û federasyonên penaberan di 1’ê Îlona 2011 de kampanyaya îzmeyan a “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” dabû destpêkirin û di encamê de 60 hezar îmzeyên hatin komkirin, pêşkêşê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê hatin kirin. Komîyonê destnîşan kiribû ku mijar di 15’ê Cotmeha 2012'an de wê guftûgo kirin. .
Ji bo hikûmeta Berlînê daxwazên gelê Kurd bi cih bîne, komek rojnamevn, nivîskar, hunermend, akademîsyen, dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Di kampanyayê de bang li Almanyayê tê kirin ku Kurdan nas bike, weke penaberên din nêzîk bibin, dawî li pêkanînên cûdakar ên li hemberî Kurdan bîne û wiha tê gotin: "Gava em li pasaportên zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê dijîn dinêrin, em dibînin ku rengê wan Tirk, Ereb û Fars in û weke wan tên dîtin, di lêkolînên gelemperiyê de bi nasnameyên xwe nayên binavkirin. Mafê zimanê zikmakî yê ku ji zarokên komên din ên penaberan re tên nasîn, li Almanyayê ji bilî çend eyaletan, ji Kurdan re nayê nasîn, gelek broşorên agahdarkirinê yên xizmeta piştevaniyê û meteriyal bi gelek zimanan tên belavkirin, lê bi Kurdî tune ne.
Her çendî Kurd li her eyaletê ji bo weşana Radyo-Televîzyonan baca xwe didin, lê ji bilî eyaleta NRW’yê gelê Kurd ji weşanên bi zimanê xwe yê zikmakî bê par e. Her çendî civaka herî xwedî rêsitin û bi rêkûkpêk e, lê ji alîkariyên gelemperiyê bê par dibînin. Dîsa daîreyên şêniyê yên Almanyayê gelek caran bi hinceta “em ê bên beramberê balyozxaneyên Tirk”, naxwazin navê Kurdî li zarokên Kurdan bên kirin. "

'Daxwazên Kurdan bînin cih'
Rewşenbîran bal kişandin ku her çendî Kurd li Almanyayê koma duwemîn a penaberan bin, lê di asta federal û eyaletê de, di nava Komîsyona Diyaloga Entegrasyon û Nav Olan de nayê temsîlkirin û hat diyarkirin ku li welatên rojavayê Ewropayê şêniya Kurdan a herî zêde li Almanyayê ye.
Rewşenbîran ev bang kirin: "Em piştgirî didin vê kampanyayê, em bang em bang li nunerên partiyan ên di Desteya Serlêdanan a Parlementoya Federal a Almanyaya ku pêşengiya “Krîterên Kopenhagenê dike” dikin 50-60 hezar serlêdanên ji bo naskirina nanameya Kurdan û Kurd jî bibin xwediyê statuya ku didin hemû komên din penaberan, qebûl bikin. "

Beşdarên kampanyayê
Kampanyaya îmzeyan bi pêşengiya van kesan hat destpêkirin:
Ahmet Aktaş (Nivîskar); Armanc Egîd Nêrweyî (Rojnamevan, rojnameya Rûdaw); Bayram Ayaz (mamoste); Cahit Mervan (Rojnamevan); Ebrahîm Farshy (Nivîskar & mamosteyê Drama); Ferhad Feqî (Lîstikvan), Fevzî Ozmen (Nivîskar); Fuat Kav (Rojnamevan-Nivîskar); Gunay Aslan (Rojnamevan); Hamîde Akbayir (Parlementera berê ya Elayeta NRW); Hasan Taşkale (mamoste); Hasan Huseyin Devecî (Şêwirmendê Hunerê yê Le Monde Diplomatique Kurdî); Helîm Yusiv (Nivîskar); Hulya Engîn (Werger); Îrfan Cure (Nivîskar); Kenan Kisaer (Lîstikvan, derhêner); Mehmet Atac (Şêwirmendê Psikotravmatolojî); Mehmet Tanriverdî (Serokê BAGIV); Memo Şahîn (Parêzvanê Mafê Mirovan); Mîraz Bêzar (Derhêner); Mîrhem Yigît (Nivîskar, Enstîtuya Kurdan a Almanya); Munzur Çem (Nivîskar); Dr. Nebî Kesen (Ekonomist); Nuh Ateş (Nivîskar, Ji redaksiyona Bîrnebûn); Nuray Şahin (Derhêner, Lîstikvan); Oktay Uzun (Parêzer); Qûdbedîn Oezer (Rojnamevan, Komeleya Çandê ya Kurdistanê ya Karlsruhe); Prof. Dr. Roland Monch; Şakir Bilgîn (Nivîskar); Selim Ferat (Nivîskar); Serhad Bucak (Rojnamevan, Parêzer); Sultan Golabî (Nunera PDK ê ya Almanyayê); Suleyman Devecî (Nivîskar); Tarek Hemo (Rojnamevan); Vahît Duran (Serokê Komeleya Kurd-Alman); Vedat Akter (Rêveberê Portföy); Yuksel Koç, (Serokê YEK-KOM ê); Zerdeşt Haco (Serokê PEN a Kurdî).
Kesên dixwazin piştgirî bidin kampanyaya îzmeyan, dikarin serî li e-mail ên li jêr bidin: gunayaslan@hotmail.de, YukselKoc@gmx.de, msahin1@web.de

 ANF/BERLÎN