Amnesty di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Zeyneb Celaliyan dest û pê girêdayî ji bo nexweşxaneya nava girtîgehê hatiye veguhestin. Ji ber nebûna derfetên pijîjkî, li girtîgehê ti çareseriyek jêre nehatiye kirin. Heta berpirsên girtîgehê destûrê nadin ku ew girtiya siyasî li derveyî girtîgehê were tedawîkirin û ji aliyê pijîjkekî taybet ê çav ve neştergeriya (emeliya) pêwîst jêre were kirin.”
Di berdewama rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî de wiha tê gotin: “Zeynet Celaliyan di hucreyên yek kesî yên rêveberiya îtliata rejîma Îranê de hatiye îşkencekirin. Piştre ji aliyê dadgeha înqilabî ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Ji mijdara 2011’an ve cezayê wê ji bo girtîgeha hetahetayî (muebet) hatiye kêm kirin û niha jî destûr nayê dayîn ku malbata wê hevdîtinê ligel wê bikin.”
Rêxistina Efûya Navneteweyî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Pêwîste rejîma Îranê li gor pîvan û xalên mafê mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ligel Zeyneb Celaliyan tevbigere. Divê rejîma Komara Îslamî ya Îranê dest ji zextên li ser Celaliyan berde û di demekî herî kurt de girtiya siyasî li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê û bi awayekî herî baş çareseriya pijîjkî jêre bike.”
Ji Rêxistina Efûyê bang