'Bila Tirkiye leşkerên xwe vekêşîne'
Rêvebera Peymangeha Pirsgirêkên Civakî ya Yeketiya Jinên Kurdistanê ya girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mahabad Qeredaxî, da zanîn ku destpêkirina vê pêvajoyê dawî anîna rêjandina xwînê ye û wiha got: “Destpêkirina pêvajoya aştiyê ji aliyê birêz Ocalan ve hêviyek afirand. Hemû kes baş dizanin ku tenê riyeke ya çareseriya pirsgirêka Kurd heye ew jî muxetab girtina birêz Ocalan e. Lewra destpêkirina vê pêvajoyê ji aliyê birêz Ocalan ve û di heman demê de ji aliyê dewletê ve Ocalan muxatab dîtin hêviyên mezin jibo çareseriya pirsgirêkê dide afirandin.”
Qeredaxî da zanîn ku, di vê pêvajoyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd erk û berpirsyartiyek mezin dikeve ser gelê Kurd yê her çar parçên Kurdistanê bitaybetî gel, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gorî vê pêwîste erkê xwe baş pêkbînin. Qeredaxî gotinên xwe yên ku bi hêviyên aştiyê dagirtine wiha berdewam kir; “Bakûrê Kurdistanê di hemû aliyan de bihêztirin parçayê Kurdistana mezine. Lewma azadbûnyan bûyîna xwedî statuyê ya bakûrê Kurdistanê di heman demê de wê ji parçeyên din yên Kurdistanê re jî bibe hêz û piştgiriyek mezin. Ji ber wê li ser vî bingehî pêwîste gel û hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê tevbigerin. Mijara paşvekişîna gerîlayan de jî pêwîste li ser bingehek zagonî pêk were û ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê ve bi awayek fermî bangaweziya paşvekişanê were kirin. Herwiha divê dewleta Tirk jî leşkerên xwe yên di sala 1997’ê heta niha li çend deverên cuda yên başûrê Kurdistanê bicihkirine paşve bikêşîne.”
''Divê hikûmeta Başûr hewl bide'
Berpirsa Yeketiya Jinên Kurdistanê ya Hewlêrê ku girêdayî Yeketî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Sozan Feqe jî anî ziman ku pêwîste gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vê firsenda dîrokî ji destê xwe bernede û sekna wan şayanê aştiyek mayînde be. Sozan wiha axivî: “Pêvajoya ku ji aliyê birêz Serok Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî girîngiyek bê hempaye. Pêwîste ji niha û pêde wek Ocalan gotî dawî li qonaxa şer bê û têkoşîn bi riyên aştiyane were kirin. Di vê hemû Kurd bitaybetî Kurdên başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê piştgiriya xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bakûrê Kurdistanê nîşan bide. Pêwîste jinên Kurd rola xwe ya heta niha ji bo aştiyê leyistine ji niha û pêde hîn baştir bileyzin. Pêvajoya çek berdanê pêngava herî dawi ya çareseriya pirsgirikê Kurde. Ev jî samimiyeta dewletê û pêngav avêtina wê ve girêdayî ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bakûrê Kurdistan azadbûna her çarparçên Kurdistanê ye.”
'Diyaloga KCK'ê û Ocalan pêwist e'
Sekretera Encûmena Tevgera Goran a Hewlêrê Êvar Îbrahîm bilêv kir ku pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Ocalan ve hate destpêkirin gelek girînge û wiha got: "Yekbûn û yekdengbûna Kurdan dikare pêvajoya aştiyê bileztir pêşbixe. Lewra divê Kurd erkê xwe yê di vê pêvajoyê de baş bizanin û di cihê xwe û demê xwede pêkbînin. Ev wê bibe bihêzbûna gelê Kurd û azadbûna her çar parçên Kurdistanê. Em wek Tevgera Goran vê pêvajoyê bi keyfxweşî pêşwazî dikîn û piştgiriya xwe dîdin nîşakirin. Ji bo serkeftina pêvajoyê çi bikeve ser milên me emê bikin. Birêz Karayilan jî daxwaz kiriye ku şandeyek ji KCK’ê jî biçe Îmralî hevdîtin bi Rêber Apo re pêkbîne. Eger ev yek ji aliyê Tirkiyê ve were pejirandin pêngavek pir girînge. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêkwere divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji bo ku Tirkiye pêngavên erênî û lezgîn bavêje divê hêzên siyasî û civakî û tevayî gelê Kurd û gelên aştixwaz li ser bingehê guftûgo û aştiyê zextê li ser Tirkiyeyê bidin meşandin.”
DÎHA/HEWLÊR