Rojnamevanên Îranî banga piştgiriya Kobanê li rojnamevanên Tirkiyê kirin; “Hevkar û hevpîşeyên me yên hêja yên çapemeniya Tirkiyê van rojan xemgîn û şaşmayî şahidê zilmek di bin navê îdolojî û dîn de, di cîrantiya me û we de li mirovan tê kirin. Zilma ku reşahiya wê wîjdana mirov û exlaqê rojnamevaniyê kiriye hedef.

Em, hûn û hemû mirovahî niha li ser lêva tarîtiyê rawestiyane. Kobanê ji çavê wîjdanên hişyar, ne tenê bajarek e. Em di wê baweriyê de ne mirovên niha di bin êrîşa yek ji bêdadiyên dîrokî de ne, nabe em wan tenê di sînorên teng ê netewî û nijadî de were bi sînorkirin. Ji wî alî ve hinek hatine çirayê bikujin. Ji nifşekê hatine ku şûrê zilma wan ya îro misoger, sibê li ser qirika me, we û kesên din be. Duh Şengal di xwînê de ma û îro Kobanê.

Hevkarên hêja yên ragihandinê; Di nav we de mirovên azadîxwaz gelekin ku tekoşîna wan ya li dijî bêdadiyê sînorê netew û olan nas nake. Qelema wan ya pîroz jî di mehkûmkirina zilmê de di dîwarên teng ên netewparêziyê de bi sînor namîne.

Niha hevpîşeyên we yên Îranî bi navê mirovatî, edalet û azadiyê bang li we û pênûsa we dike ku wek hemû tekoşerê rêya heqîqetê di cîhanê de piştgiriya gelê bêguneh yên Kobanê bikin. Bila ev hewar û qêrîn belavî tevahiya gerdûnê bibe û bigihêje guhê kerr ê dewletan.”  


 TAHRAN